Abdullah Tel
22 Sibat 2018•Rojanekirin: 27 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Vê hefteyê li salonên sînemayê yên çar aliyê Tirkiyeyê 3 jê xwemalî 8 fîlm wê bikevin vîzyonê.
Fîlma bi navê "Wezîfeya Me Tetîl e" a ku bi derhêneriya Murat Şeker hat kişandin lîstikvanên wekî Demet Akbag, Zafer Algoz, Denîz Altan, Alî Keçelî, Hakan Bîlgîn, Ozlem Turkad, Filîz Ahmet, Sarp Akkaya, Yilmaz Gruda û Enîs Arikand di kadroya xwe da dihewîne.
"Heke Hechecok tî bûbin"
Derhênerê fîlmê Muhammet Çakiralê ku di heman demê da senaryo jî nivîsiye qala rewş û liberxwedana şêniyên gundekî Behra Reş ya li hemberî HESçiyan didin, dike. Murat Sari, Burak Sari, Hamît Demir, Alî Dursun û Elîf Canbolat dileyîzin.
"Alema Cinan"
Di fîlmê da Ayçin Tuyun, Kadriye Çetînkaya, Zeynep Turpcu, Suleyman Kabaalî, Cîhangîr Kose, Yeşîm Gundogdu, Hatîce Yildiz û Yuksel Îvgen dileyîzin û wê bala kesên ku ji fîlmên tirsê hez dikin bikişîne.
"Hemû Pereyê Dinyayê"
Fîlma "Hemû Pereyê Dinyayê" ya bi derhêneriya Ridley Scott hat kişandin behsa tevgera Jean Paul Gettyê ji dewlemendên dinyayê yek e û neviyê wî hatiye revandin û naxwaze fîdyeyê bide, dike û li ser vê tevgerê jî bûyerên ecêb diqewimin.
Senaryoya vê çîroka rast jî ji hêla Davîd Scarpa va hatiye nivîsandin û Michelle Williams, Christopher Plummer, Mark Wahlberg, Charlie Plummer, Timothy Hutton, Romain Duris û Stacy Martin di fîlmê da cih digirin.
Ji bilî vana wê vê hefteyê li salonên sînemayê yên Tirkiyeyê fîlmên "Projeya Floridayê", "Samson", "Bi Navê Xwe Gazî Min Bike" û "Kîvroşk Peter" jî bikevin vîzyonê.