Muhammet Kurşun
16 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
Meqamê Şehîdan li Stenbolê do bişev ji aliyê Serkomar Recep Tayyîp Erdogan ve hat vekirin û eleqeyeke zêde ji welatiyan dibîne.

Ji bo bîranîna şehîdên ku di hewla derbeya têkçûyî ya rêxistina terorî FETO de şehîd ketin Meqamê Şehîdan li Pira Şehîdan a 15ê Tîrmehê hat çêkirin. Welatî ji çar aliyên welat tên ziyareta vê derê û dua dikin, wêneyên xatire dikişînin.

Herwiha her daîm li selayên ku ji sîstema dengê nav meqam bilind dibe guhdarî dikin.
Serpil Kivraka mamoste ji Sakaryayê hatiye ziyareta vî meqamî. Ew dibêje dê 15ê Tîrmehê jibîr nekin û nedin jibîrkirin.

Nurettin Kamilogluyê malnişîn û bavê 3 zarokan jî ji semtekî dûr ê Stenbolê hatiye û ew jî hestê xwe wiha derdibire:
"Înşellah Xwedê careke din rojeke wisa bi me nede dîtin. Divê em tarîxa xwe baş bixwînin û bi zarokên xwe bidin xwendin."

Emre û Merve Tiraş jî berî dawetê hatine ziyareta vê derê da ku ji bo şehîdan dua bikin.
