Sevim Hatun
16 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2017
DİYARBAKIR
Wêneyên ku nûçegihanên wêneyan yên Ajansa Anadoluyê (AA) şeva hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) û piştî wê şevê kişandin, li Diyarbekirê wek "Pêşangeha Raperîna Îradeya Millî" hat pêşandin. Welatiyên ku li pêşangehê geriyan, bertek nîşanî rêxistina terorê dan.
79 wêneyên ku nûçegihanê wêneyan ên AAyê şeva teşebusa derbeyê ya 15ê Tîrmehê ya FETO û piştî wê şevê li Enqere û Stenbolê kişandin, duh li Îçkaleya dîrokî ya navçeya Sûrê wek pêşangeh hat pêşandin. Welatî pêşangehê ziyaret dikin.

Wêneyên pêşangehê bi tevkariya Walîtiya Diyarbekirê, Şaredariya Bajarê Mezin û AAyê va hat lidarxistin. Wêneyan şeva derbeyê cardin anî bîra welatiyan.
Xwendekarê zanîngehê Îzzet Gezer bi hevalê xwe va li pêşangehê geriyan û gotin ku şeva 15ê Tîrmehê nayê jibîrkirin û wiha got: "Heke gel ew şev derneketa kolanan, belkî em jî li vê derê nedibûn. Ez kesên ku hewl dan derbeyê bikin, lenet dikim. Me dît ku şeva 15ê Tîrmehê maskeya şebekeya îxanetê ket. Em ê tu carî 15ê Tîrmehê jibîr nekin, nedin jibîrkirin."
Ridvan Dogrul û bavê wî jî li pêşangehê geriyan û Dogrul got ku li gor wan hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê rûreşiyek e.
Mehmet Bîçer jî bi bîr xist ku gel li ser bangewaziya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan daket qadan û tirk, kurd, laz û çerkezan bi hev ra pêşî li ber derbeyê girt. Bîçer got ku wî yek û yek wêneyan nihêrî.

Li Licêya navçeya Diyarbekirê bi minasebeta 15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî, çalakî hat lidarxistin.
Di çarçoveya bernameyê de ji bo şehîdan dia hatin kirin. Şaredariyê şîv da welatiyên beşdarî bernameyê bûn. Welatiyên li qadê nobeta demokrasyê girt, alaya Tirkiyeyê bilind kir. Herwiha bi sînevizyonekê bûyerên şeva 15ê Tîrmehê hatin bibîranîn.
Qaymeqamê Licê û Cîgirê Serokatiya Şaredariyê Sînan Başak di axaftina li vir kir de bibîrxist ku wê tu carî 15ê Tîrmehê neyê ji bîr kirin.