Haydar Şahin
25 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2017
ŞIRNAK
Pirtûkên ku Zanîngeha Şirnexê weşand hatin nasandin.
Prof. Mehmet Emîn Erkanê Wekîlê Rektor di merasima ku li Navenda Çand û Kongreyê ya 15 Temmuzê ya li Wargeha Mehmet Emîn Acar hat lidarxistin da axivî û diyar kir ku hemû karên ku hetanî îro kirin deng vedan.
Erkan destnîşan kir ku xebatên hîndekarên zanîngehê wek pirtûk weşandin û wiha axivî: "Em dizanin ku dibê van xebatan pare vekin û ev jî şeklê parvekirina jiyana zanistê ye. Zanist awayekî jiyanê ye. Em jî vê dikin."
Sekreterê Giştî yê Zanîngeha Şirnexê Îbrahîm Baz jî got ku zanîngeh navenda hilberîna agahiyan e.
Baz bi bîr xist ku di heman demê da zanîngeh mekanên parvekirina agahiyan in û wiha pê da çû:
"Em ji aliyekê ra têkiliyên ku xwe yên bi hevkarên derva ra zêde dikin ji aliyê din ra jî quweta xwe ya di hundir da derdixin holê. Di vê çarçoveyê da xebatake me jî di sala 2013an da avakirina Weşanên Zanîngeha Şirnexê ye. Lêbelê teze firsend dît û dest bi xebatên xwe kir."
Piştî axaftinan Doç. Alk. Dîlek Çoşkun Erdoganê pirtûka xwe ya bi navê "Lêkolîneke Li Ser BÎST 100î", Doç. Alk. Mehmet Şukru Ozkan jî pirtûka xwe ya bi navê "Wek Hîpotezeke Biserneketî Pirrengiya Dînî" îmze kirin.