Merasima galayê û xelatdayînê li Navenda Fûar û Kongreyê ya Pîramît Camê hat kirin. Atalay Taştekîn bi fîlma xwe ya bi navê "Meryem" mohra xwe li Mîhrîcana Fîlman a Altin Portakalê ya Navneteweyî ya 50yemîn xist.
Di merasimê de fîlma "Cennetten Kovulmak" û "Kusursuzlar" xelata "Fîlma Herî Baş" standin û ji bilî vê di sê beşan da jî xelat sitend.
Senarîst û derhênerên fîlma "Mavi Dalga"yê Zeynep Dadak û Merve Kayanê jî xelata "Senaryoya Herî Baş" standin. Çîçek Kahramanê jî bi saya vê filmê xelata "Montaja Herî Baş" stand. Fîlm di Altin Portakalê de wekî "Fîlma Herî Baş a Yekem" hat hilbijartin.
Fîlmên "Kutsal Bir Gun" û "Uzun Yol" jî ji mîhrîcanê du xelat wergirtin.
Fîlmên "Kısa Film", "Uvertur" û "Beni Sev" jî ji mîhrîcanê dest vala vegeriyan.