Önder Beyter
23 Îlon 2019•Rojanekirin: 24 Îlon 2019
Xelatgirên Xelata Emmy ku li Amerîkayê wekî "Oscara Têlevîzyonê" tê zanîn, diyar bûn.
Di Merasima Xelata Emmy ya 71emîn ku li Şanoya Microsoftê ya li Los Angelesê hat lidarxistin da xelata "Rêzefîlma Herî Baş a Dramayê" dan "Game of Thrones"a ku di 32 beşan da namzed nîşan dabûn. Bi performansa xwe ya di rêzefîlmê va Peter Dinklage xelata "Lîstikvanê Alîkarê yê Herî Baş" (Drama) wergirt.
"Fleabag"ê xelata "Rêzefîlma Herî Baş a Komediyê", "Chernobyl"ê jî xelata "Rêzefîlma Herî Baş a Kurt" wergirt.
Beşek ji xelatgirên Xelata Emmy 2019ê wiha ne:
Dramaya Herî Baş: "Game of Thrones"
Komediya Herî Baş: "Fleabag"
Lîstikvanê Herî Baş, Drama: Billy Porter, "Pose"
Lîstikvana Herî Baş, Drama: Jodie Comer, "Killing Eve"
Lîstikvanê Herî Baş, Komedî: Bill Hader, "Barry"
Lîstikvana Herî Baş, Komedî: Phoebe Waller-Bridge, "Fleabag"
Lîstikvanê Alîkar ê Herî Baş, Drama: Peter Dinklage, "Game of Thrones"
Lîstkvana Alîkar a Herî Baş, Drama: Julia Garner, "Ozark"
Rêzefîlma Herî Baş a Kurt: "Chernobyl"