DİYARBAKIR
Juriya Xelatên Faîr Playê ya Tirkiyeyê ya 2012an ya ku Komîsyona Faîr Playê ya Olîmpiyatê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê damezrandibû, Xelata Rûmetê ya Kariyera Sportîf dan Gokhan Yildirimê rahênerê basketbolê yê Diyarbekirî.
Gokhan Yildirim berê jî xelata "Bi basketbolê xizmeta ji bo gel" ya Osman Solakoglu sitandibû.
Gokhan Yildirim da zanîn ku ji bo vê xelata nû gelek kêfxweş e.
Yildirim got ku wergirtina xelata rûmetê ya kariyera sportîf ji bo min bû surprîz û wiha axivî: "Dayîna vê xelatê ji bo min surprîz bû û vê jî nîşan da ku xizmetên min yên ji bo basketbelo di avê de neçûn. Ez ê xelatê di 22yê cotmehê de bi merasîmeke ku dê li mala olîmpiyatê ya Îstanbulê bê lidarxistin, bistînim. Ez spasiya her kesê ku arîkariya min kirin û piştgirî dan min, dikim.