Önder Beyter
31 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 01 Tebax 2018
ADIYAMAN
Eleqeya ji bo Çiyayê Nemrûdê yê ku di nava sînorê Kahtaya (Kolik) navçeya Adiyemanê da dimîne û herwiha di nava Lîsteya Mîrata Cihanê ya UNESCOyê da ye û wiha tê naskirin ku "xweşiktirîn cih e ji bo temaşekirina hilhatin û avabûna rojê", zêde dibe.

Li Çiyayê Nemrûdê ku wekî Qada Parka Neteweyî di bin parastinê da ye, tumulus û peykerên qerase ku 50 mêtro bilind û 150 mêtro jî biber in, hene ku ji serdema Qraltiya Komagene mane. Ev tumulus û peykerên qerase yên li serê vî çiyayê bilind, manzara û dîmenekê wiha xweşik pêşkêşî mirov dike ku temaşekirina wê ji bo mirov dibe zewq.
Di serdema rêbendan-hezîranê da hejmara tûrîstên ku çûn dîtina Çiyayê Nemrûdê ku berhemê girîng ê sêyemîn ê Tirkiyeyê ye ku di sala 1987an da ketiye Lîsteya Mîrata Cihanê ya UNESCOyê, ji 40 hezarî derbas bû.

Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Adiyemanê Mustafa Ekinci di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew zehf kêfxweş in ku eleqeya bo Çiyayê Nemrûdê zêde bûye.
Ekinci bal kişand ku Çiyayê Nemrûdê wekî muzeyeke servekirî ye û herwiha ji bo tûrîstên ji çarheqalê Tirkiyeyê, rawesgeheke hevdîtinê ye û wiha dewam kir, "Îsal 45 hezar ziyaretvan hatin dîtina Çiyayê Nemrûdê. Ji vê reqamê 14 jî biyanî ne. Em li bendê ne ku hejmara herî qelebalix a ziyaretvanan di meha îlon, cotmeh û mijdarê da pêk were. Hedefa me ew e ku di nava vê salê da ev hejmar derkeve ser 100 hezarî."

Ekinci herwiha ew zanyarî jî da ku îsal herî zêde tûrîst ji Japonyayê hatin.
Balyozê Ukraynayê li Enqereyê Andrii Sybiha û heyeta pê ra jî Çiyayê Nemrûdê ziyaret kir.