Ûlû Camiya Diyarbekirê bi dîrok û mîmariya xwe ve bala tûrîstên xwemalî û biyanî dikşîne.
Ûlû Camî ji mizgeftên dîrokî yên Anadoluyê ne û piştî ku misilmanan Diyarbekir fetih kir, Dêra Mar Tomayê kirin mizgetf. Mizgefta mezin piştî ku hat restorekirin, bû cihekî dîrokî yê bajêr.
Di nav hewşa mizgeftê de şadirwan, nivîstekên heyamên curbecur, saeta tavê û ji bo kesên ku li ser mezhebê henefî û şafiiyan e du nimêjgehên ji hev cuda hene.
Mizgeft ji aliyê avakirin û şemayê ve dişibe Mizgefta Emewiye ya Şama bajarê Sûriyeyê. Mehmet Emîn Mulayîmê ku meleyê mizgeftê ye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi pêvajoya çareseriyê ve gelek tûrîstên xwemalî û biyanî Diyarbekirê ziyaret dikin û eleqeyeke mezin nîşanî mizgefta mezin didin.
Mulayîm got ku mizgeft cihê 4 mezheban e û wiha dewam kir:
"Ûlû Camî 5emîn Harema Şerîf a îslamê ye. Ya yekemîn Kabe, ya duyemîn Rewza Mutahhara, ya sêyemîn Mescida Eqsayê, ya çaremîn Mizgefta Emewî ya Şama Sûriyeyê û ya pêncemîn Ûlû Camî ye. Mizgeft bûye cihê 4 mezheban. Li Kabê, Mescîda Eqsayê bêhneke çawa tê, li Ûlû Camiyê jî heman bêhn heye."
- Restorasyon dewam dike
Mulayîm ragihand ku restorasyonê di 2010an de dest pê kir û hê didome û got ku di dîroka kovarê û vir ve cara ewil e ku restorasyoneke wiha tê kirin û dibe ku restorasyon di 2015an de biqede.