Haydar Şahin
24 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2018
WASHINGTON
Karen Elliot Houseya nivîskara lêkolîner a Amerîkayî îdia kir ku kuştina Cemal Kaşikçî pêşeroja Mihemed bîn Selmanê Mîrzeyê Welîeht ê Erebistana Siûdî xiste nediyariyê.
Houseya nivîskara pirtûka "Erebistana Siûdî: Gel, Paşeroj, Dîn, Xetên Fayê û Pêşeroj" di maqaleya ji bo Wall Street Journalê nivîsî da diyar kir ku kesekî girîng ê ji Erebistana Siûdî li ser kuştina Cemal Kaşikçî dibêje gelo aqilê Mihemed bîn Selmanê Miîrzeyê Welîehd li serî ye û encama wî şibande Calîgulayê Împaratorê Romayê.
Houseyê îdia kir ku Mîrzeyê Welîehd jî wekî Calîgulayê di ciwaniya xwe da derketibû text "ji projeyên mezin, tertîbkirina şahiyên mezin û piçûkdîtina kesên li dora xwe hez dike".
Nivîskarê got ku Mîrze ji bo îqtidara xwe qewîn bike endamên malbata qraliyetê derdest kir, Sead Herîriyê Serokwezîrê Libnanê li Riyadê da îstifakirin û ambargo da ser Qeterê û nika jî tê sûcdarkirin ku kesên li der û dora wî Kaşikçî kuştine.
Houseyê got heke kesên tevlî kuştina Kaşikçî bûne neyên darizandin zirarê li têkiliya di navbera Kongreya Amerîkayê û rêveberiya Riyadê da bikeve.
Nivîskarê destnîşan kir ku tesfiyekirina kesên nêzî Mihemed bîn Selman ên tevlî kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevan bûne jî ew ê kesên li der û dora wî berî hevdu bide û ev ê jî pêşeroja Mîrze tehdîd bike.
- "Yan ji wezîfeyê were hildan yan jî bi zorê were dûrxistin"
Houseyê di maqaleya xwe da got tê mereqkirin ku piştî bûyera Kaşikçî gelo Selman bîn Ebdilezîzê Qral ew ê bikaribe ku hem heqê îqtidarê yê bê sînor bide kurê xwe yê Mîrzeyê Welîehd hem jî di mijarên wekî polîtîkayên petrolê yên kurewî û ewlehiya Kendavê da têkiliyên xwe yên bi Amerîkayê ra bidomîne
Di maqaleyê da vê gotina nivîsakara bi nav û deng bal kişand: "Mîrzeyê Welîehd ê ku tê zanîn dixwaze hemû tiştên qraltiyê hilde kontrola xwe (li gor heyranên wî jî ev wisa ye) pêşeroja xwe û têkiliyên Amerîka û Erebistana Siûdî da destê Kongreyê û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, ev îroniyeke piçûk nîne."
Karen Ellîot Houseyê di nivîsa xwe da wiha got: "Qral Selman piştî kuştina Kaşikçî wezîfeya ji nû va sazkirina îstixbarata Siûdî da destê kurê xwe li pişta wî sekinî lêbelê êdî mimkûn e ku hikûmdariya Erebistana Siûdî ya mîrzeyê ciwan ew ê dirêj dewam neke."
Houseyê got li gor texmîna wê yan bavê wî ew ê Mihemedê Mîrze ji wezîfeyê hilde yan jî ew ê bi rêya tundiyê were dûrxistin, rêya ewil gelek firsendan dide Qral Selman lêbelê heke Mîrze bi zorê were dûrxistin jî ew ê li Riyadê xirecireke mezin derkeve.