Haydar Şahin
20 Mijdar 2018•Rojanekirin: 20 Mijdar 2018
İSTANBUL
Endamên çapemeniya xwemalî û biyanî geşedanên li ser bûyera kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî yê nivîskarê Washîngton Postê li pêşiya Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî teqîb dikin.
Endamên çapemeniyê ji 2yê cotmehê roja kuştina Kaşikçi vir da ev 50 roj e li pêşiya serkonsolosxaneya li Leventê geşedanan teqîb dikin.
Endamên çapemeniya xwemalî û biyanî li pêşiya avahiya serkonsolosxaneyê ya ku bi bariyerên polêsan hatiye pêçan ligel şilî û şepeyê geşedanan ji nêz va teqîb dikin.
Wekî mayîn li konsolosxaneyê karûbarên rojane jî dewam dikin.
Hin saziyên weşanê di serê her saetê da weşana zindî dikin, geşedanên li ser bûyerê radigihînin.