Türkan Tosun
09 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2018
ANKARA
Hamî Aksoyê Berdevkê Wezareta Karên Derva der barê mijara windabûna rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçiyê ku kete avahiyê Serkonsolxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî û paşê winda bû da got: "Di çarçoveya lêpirsînê da li avahiyê konsolxaneyê lêkolîn wê bê kirin."
Aksoy pirsa der barê rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçiyê welatiyê Erebistana Siûdî da bi nivîskî bersivand.
Aksoy got ji roja ewil pê va daraz, ewlekarî û îstixbarat mijarê ji nêz va dişopînin û wiha dewam kir: "Ji bo ku aqûbeta kesê ku navê wî derbas dibe bê tespîtkirin, lêpirsîna ku meqamên me dabûn destpêkirin bi awayekî xurt dewam dike."
Berdevk Aksoy got li gor peymana Viyanayê ya der barê pêwendiyên konsolxaneyan da parezbendiya avahiyên konsolxaneyan heye, lê bi muwafaqatnameya şefê mîsyonê ya dîplomatîk welatê ku konsolxane lê ye dikare di hundirê avahiyê da lêkolînê bike.
Aksoy wiha axivî: "Meqamên Siûdî gotin ew ji bo hevkariyê amade ne û di avahiyê serkonsolxaneyê da lêkolîn dikare bê kirin. Di çarçoveya lêpirsînê da li avahiyê konsolxaneyê lêkolîn wê bê kirin."