Haydar Şahin
20 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2018
NEW YORK
Lindsey Grahamê Senatorê Komarparêz ê Amerîkayî got Erebistana Siûdî dibêje ku Cemal Kaşikçiyê rojnamevan li serkonsolosxaneya Stenbolê ketiyê nîqaşê û hatiye kuştin lêbelê ew ji vê dikeve şikê û wiha axivî: "Zor e ku meriv bi vê daxuyaniya dawîn bawer bike."
Piştî ku Erebistana Siûdî kuştina Kaşikçî qebûl kir Graham li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da.
Graham got şika wî ew e ku Erebistana Siûdî bi daxuyaniya dawîn va hewl dide rewşê piçûk nîşan bide û di peyama xwe da wiha pê da çû: "Pêşiyê gotin Kaşikçî ji konsolosxaneyê derketiye û ji bo rola di bûyerê da ya Erebistana Siûdî veşêrin ev hat gotin. Nika jî dibêjin rageşî derketiye û bêyî haya Mîrzeyê Welîehd (Mihemed bn Selman) li konsolosxaneyê hatiye kuştin. Zor e ku meriv bi vê daxuyaniya dawîn bawer bike."
Erebistana Siûdî îtiraf kiribû ku Cemal Kaşikçiyê rojnamevan ê ku di 2yê cotmehê da ketibû Serkonsolosxaneya Stenbolê xeber jê nehatibû hildan "di rageşiya ku li konsolosxaneyê derket da miriye".
Li gor xebera SPAya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî, di encama lêpirsîna Serdozgeriya Erebistana Siûdî dimeşîne da hat diyarkirin ku Cemal Kaşikçî hatiye Serkonsolosxaneya Stenbolê li vê derê "bi welatiyên Erebistana Siûdî yên li konsolosxaneyê ra ketiye nîqaşan, rageşî derketiye û Kaşikçî miriye".