Muhammet Kurşun
27 Mijdar 2017•Rojanekirin: 28 Mijdar 2017
HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî der barê êrişên Heşda Şebiyê de got: "Piştî êrişên Heşda Şebiyê tundûtûjî li hemberî jinan hatiye kirin. Herêma Kurdistan jî dide pey van binpêkirinan û daxwaz ji raya giştî ya navdewletî dike ku di vê mijarê de arîkarê me be."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, beşdarî konferansa li dijî tundûtûjiya li ser jinan bû ku li Hola Seed Ebdullah a Hewlêrê birêve çû. Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, konsolos û nûnerên welatan jî beşdarî vê bernameyê bûn.
Di mijara bûyerên ku bûne sedemê tundûtûjiya li ser jinan de got:
"Qeyrana Sûriye û Iraqê kêşeyeke mezin a nû ji bo Herêma Kurdistanê derxistiye holê, ew jî problema penaberan e. Digel rewşa giran a Herêma Kurdistanê jî me ji destpêkê ve bi sîngeke fireh ew pêşwazî kirine. Di 4 salên derbasbûyî de 2 milyon penaber û koçberî xwe spartiye Herêma Kurdistanê."
Barzanî, der barê êrişên Heşda Şebiyê de jî wiha agahî da:
"Piştî êrişa hêzên Iraqê bo ser Xurmatû, Kerkûkê û deverên din ji 160 hezarî zêdetir xelk dîsa penaber bûye. Raportên navneteweyî jî ji bo me eşkere dikin ku di vê qonaxê de jin û keç rastî tundûtûjiyê bûne. Em di vê mijarê de daxwaz ji saziyên pêşkeftinxwaz û rêxistinên navneteweyî dikin ku ji bo cezakirina tometbaran arîkariya me bikin. Herwiha em dixwazin arîkariya penaberan bikin da ku vegerin ser malên xwe."
Piştî êrişên Heşda Şebiyê tundûtûjî li hemberî jinan hatiye kirin. Herêma Kurdistan jî dide pey van binpêkirinan û daxwaz ji raya giştî ya navdewletî dike ku di vê mijarê de arîkarê me be."
Ji bo îstiqrar û aramiya Herêma Kurdistanê jî cih da van gotinan:
"Em soz didin ku emê her daîm asayîş û aramiya Kurdistanê biparêzin. Emê kar bikin da ku yekîtî û tebayî parastî be. Di mijara tundûtûjiya li ser jinan de divê em hemû partî û aliyên siyasî deynin aliyekî bi hev re bixebitin. Ev ne tenê problema jinan e, problema hemû Kurdistanê ye. Divê hemû xelkê Kurdistanê ji bo nehiştina tundûtûjiya li ser jinan xebatê bike."
Li ser pêvajoyê jî wiha şirove kir:
"Herêma Kurdistan di rewşeke giran û zehmet re derbas dibe. Lê xelkê Kurd milletekî aştîxwaz e. Rûdawên vê dawiyê selimandine ku Kurd tu carî ji bo bidestxistina mafên xwe dest nade tundûtûjiyê."