Sevim Hatun
27 Mijdar 2017•Rojanekirin: 27 Mijdar 2017
ANKARA
Li Pakistanê piştî şerê di navbera hêzên ewlekarî û komên ku ji bo protestokirina qanûna hilbijartinê daketin kolanan, hikûmet û çalakvanan li hevdu kir.
Wezîrê Dadê Hamid Zahidê ku çalakvanan dixwest îstifa bike, dev ji wezîfeya xwe berda.
Piştî îstifayê di navebra hiûmet û çalakvanan de hevdîtineke heta serê sibehê ajot çêbû, çapemeniya herêmî diyar kir ku herdu aliyan li hev kir.
Li gor peymanê lêpirsîna der barê guhertina qanûna hilbijartinê de wê di nav 30 rojî de bi raya giştî re were parvekirin.
Hikûmeta Pakistanê protestoyên ku dawiya hefteyê dest pê kiribûn ku di encamê de yek jê polês 6 kes miribûn û ji 250î kesî zêdetir birîndar bûbûn nekaribû bike kontrola xwe û li ser vê ji artêşê alîkarî xwestibû.
Lê belê artêşê gotibû lazim e hikûmet pirsgirêkê bi rêyên aştiyane çareser bike, piştre herdu alî civiyabûn.