İbrahim Atmaca
04 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2017
NEW YORK
Yahooya şirketa înternetê daxuyand, hemû hesabên bikarhêneran ku 3 milyar in ji aliyê korsanên kompîturan va hatine bidestxistin.
Şirketa Yahooyê li Amerîkayê aîdê fîrmaya Oathê ye û di sala 2013an da rastî êrîşa sîber hatibû.
Li gor daxuyaniya ku li ser malpera înternetê ya Oathê hat dayîn, hat bibîrxistin ku di berfanbara 2016an da nêzî milyarek hesabên bikarhênerên Yahooyê hatin dizîn û pişt ra lêpirsînên nû hatin kirin û derket holê ku hemû hesab hatine bidestxistin.
Li gor daxuyaniyê ji ber êrîşa sîber a tebaxa 2013an hemû hesabên bikarhêneran ku 3 milyar in ji aliyê korsanên kompîturan va hatin bidestxistin.
Hat gotin ku korsanên kompîturan agahiyên kartê kredî û hesabên bankeyê bi dest nexistine.