Türkan Tosun
04 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2017
NEW YORK
Pirtûka Bala Alabedê (8) ya ku piştî agirbestê ji Heleba bajarê Sûriyeyê bi malbata wê va ew anîbûn û li Tirkiyeyê bicihkiribûn li New Yorka bajarê Amerîkayê derkete piyasayê.
Navê pirtûka wê "Dear World" (Dinyaya Delal) e ji hêla weşanxaneya Simon & Schusterê hatiye çapkirin û li ser amazon.comê tê firotin.
Bana li ser Twîtterê êş û elemên zarokên li Sûriyeyê yên ku di şerê navxweyî de dimrin, birîndar dibin an jî seqet dimînin radigihand dinyayê 363 hezar şopînerên wê hene.
- Banayê pirtûkên xwe îmze bike
Bana Alabed roja çarşemê li Fakulteya Hiqûqê ya New Yorkê wê pirtûkên xwe îmze bike.
Bana û diya wê Fatima Alabed a ku mamosteya îngilizî ye li ser Twîtterê êş û elemên zarokên Sûriyeyê ragihandibûn dinyayê û ji bo ku şer bidin rawestandin ji civaka navneteweyî alîkarî xwestibûn.
Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) li Sûriyeyê milyonek û 700 hezar zarok nikarin herin dibistanê.
Rayedaran Bana û malbata wê anîbûn Tirkiyeyê bi cih kiribûn û Serokomar Erdogan û jina wî Emîne Erdoganê li Kulliyeya Serokomariyê ew wek mêvan qebûl kiribûn.