Haydar Şahin
01 Mijdar 2019•Rojanekirin: 02 Mijdar 2019
Wezîrên karên derva yên Amerîka, Îngiltere, Erebistana Siûdî, Misir, Almanya û Urdinê diyar kirin ku ji ber destpêkirina hevdîtinên Cenewreyê yên Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê memnun in.
Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê diyar kir ku wezîrên karên derva yên Amerîka, Îngiltere, Erebistana Siûdî, Misir, Almanya û Urdinê bi daxuyaniya nivîskî piştgirî dan Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku hewlên ji bo Sûriyeyê yên Antonio Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Geir Pedersenê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NYyê wan teqdîr dikin.
Di daxuyaniyê da bal kişandin ser pêkanîna biryara bi hejmara 2254an a Konseya Ewlekariyê ya NYyê û wiha hat gotin: "Em piştgiriyê didin hewlên di çavdêriya NYyê da ji bo rewşeke bêalî û ewledar hazir bikin ku li Sûriyeyê hilbijartina adil û serbest were kirin tên dayîn."
Wekî mayîn di daxuyaniyê da ji bo li Îdlibê agirbesteke mayînde were îlankirin bang hat kirin û wiha hat gotin: "Mimkûn nîne ku ji bo krîza li Sûriyeyê çareseriyeke eskerî bibînin, bi tenê dikarin di çarçoveya biryara bi hejmara 2254 a Konseya Ewlekariyê ya NYyê çareseriyekê bibînin.
Ezayên Komîteya Qanûna Bingehîn a ku ew ê ji bo Sûriyeyê qanûna bingehîn amade bike di çavdêriya NYyê da cara duduyan kom bibûn. Civîna ewil a komîteyê do li Ofêsa Cenewreyê ya NYyê hatibû lidarxistin.