İbrahim Atmaca
22 Nîsan 2019•Rojanekirin: 23 Nîsan 2019
Hat ragihandin ku êrîşên terorê yên ku li Sri Lankayê di roja Paskalyayê da li dêr û otêlan hatin kirin, ji aliyê 7 xwekujan va hatin kirin.
Hejmara kesên di êrîşên terorê yên li Srî Lankayê da mirin gihîşte 290î
Rayedara Saziya Tiba Edlî Ariyananda Welîangayê daxuyand ku duh serê sibê li gor tesbîtê li Kochchikadeyê dêra St. Anthonyê, li Katanayê dêra St. Sebastian û li Batticaloayê Dêra Dayîka Meryemê û li paytext Kolomboyê li otêla pêncstêrk a Shangri-La, Cinnamon Grand û Kingsburyê 7 xwekujan 6 êrîşên bibombe kirin
Welîangayê got ku di otêla Shangri-Layê da perçeyên bedena du xwekujan, di otelên Cinnamon Grandê û Kingsburyê da her yekî xwekujek, di dêrên St. Anthony, St. Sebastian û Dayîka Meryemê da jî her yekî xwekujek hatin dîtin.
Li Sri Lankayê duh serê sibê li Kochchikadeyê dêra St. Anthonyê, li Katanayê dêra St. Sebastian û li Batticaloayê Dêra Dayîka Meryemê û li paytext Kolomboyê li otêla pêncstêrk a Shangri-La, Cinnamon Grand û Kingsburyê êrîş hatibûn kirin.
Piştî van êrîşan li banliyoya paytext Kolomboyê nêzî baxçeyê heywanan a li Dehiwalayê teqînek û li banliyoya Dematogodayê teqînek çêbûbû.
Polêsê Sri Lankayê daxuyand ku di êrîşan da 290 kes hatin kuştin, ji 500î zêdetir birîndar hene.
Di êrîşan da endezyarên welatiyên Tirkiyeyê Serhan Selçuk Narîçî û Yîgît Alî Çavuş jî hatibû kuştin.