Haydar Şahin
27 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2019
AAyê dîmenên ciyê tê îdiakirin Amerîkayê Ebubekir Bexdadiyê serkeşê DEAŞa rêxistina terorê bi operasyonê lê kuştiye kişand.
Di operasyona tê îdiakirin Amerîkayê pê Bexdadî li Îdlibê kuştiye da yekîneyên Amerîkayê nîvê şevê bi firokeyê daketibûn û qasî 4 saetan ketibûn pevçûnê.
AAyê dîmenên herêma lê pevçûn derket kişand.
Di dîmenên kamerayê da tê dîtin ku malek bûye xirabe, wesayîtek şewitiye û xanî û konên sivîlan ên li der û dorê zirar dîtine.
Di dîmenan da li herêma di nav darên zeytûnan da çalên ji ber bombebaranê çêbûne jî xanê dikin.
Operasyona tê îdiakirin pê Ebubekir Bexdadiyê serkeşê DEAŞê hat kuştin nîvê şevê li Îdlibê hatibû kirin. 8 firoke û 2 teyareyên bêmirov ên Amerîkayê bi qasî saet û nîvekî bombe di ser hedefa li nêzî gundê Barîşayê da barandibûn. Operasyona bi firokeyan hatibû kirin qasî 4 saetan li ber xwe da bû û paşê firoke ji herêmê çûbûn.
Wezareta Parastina Neteweyî der barê operasyonê da peyam weşandibû û gotibû, "Beriya operasyona ku do bi şev bi destê Amerîkayê li Îdlibê hat kirin, di navbera meqamên eskerî da parvekirina agahiyan û kordînasyonê çêbûye."
Li gor xeberên medyaya Amerîkayê rayedarên Pentagonê gotibûn bawer dikin ku Bexdadî di vê operasyonê da hatiye kuştin lêbelê ji bo vê teyîd bikin xebatan dimeşînin.