Balafira şer a Îsraîlê li Xezayê avahiyek gulebaran kir û kameramanê Anadolu Agencyê (AA) jî dîmenê vê yekê kişandin.
Artêşa Îsraîlê gef dan ku navenda bajêr bê valakirin û balafireke şer avahiyeke aidê malbata Haşim a li navenda bajêr xist hedefa xwe. Kameramanê AAyê ya ku li herêmê peywirdar bû, dema lêxistina avahiyê kişand.
Avahî hema bêje tev de xira bû û hat dîtin ku li ser avahiyê demek dirêj dû û toz derket. Piştî êrîşê ji herêmê dengên qêr û hewaran û tekbîrê bilind bû û ambûlans û tîmên agirkuj sewqî herêmê kirin.
Filîstîniyên li derûdor û rojnamevanan demek dirêj ji ber mezinahiya êrîşê nekarîn ku nêzî cihê bûyerê bibin.