Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Kî-mun sibê ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Xazeyê dê biçe Rojhilata Navîn.
Arîkarê Sekreterê Giştî yê NYyê yê ji Karên Siyasî berpirsyar Jeffrey Feltman li ser rewşa herêmê di Konseya Ewlehiyê ya NYê de civîn kir û got ku Sekreterê Giştî yê NYê Ban ji bo ku piştgiriya gelên Îsraîl û Filîstînê nîşan bide, sibê dê biçe herêmê.
Feltman tu agahî nedan ka gelo dê Ban kîjan welatan ziyaret bike, dê biçe Xazeyê jî an na û ka dê ziyaret çend rojan berdewam bike.
Feltman di axaftina xwe de cî da rûdanên ku di vê 24 saetên dawîn de qewimîn û wiha axivî: "Der barê ewlehiyê de fikarên Îsraîlê yên meşrû hene. Moşekên bêyî ku tu ferqek bê kirin, tên avêtin nayên qebûlkirin. Lê belê ji ber ku Îsraîlê bi awayekî tundî bertek nîşan da NY alarmê da."
Feltman bangî hemû aliyan kir ku li gor hiqûqa navneteweyî tevbigerin û diyar kir ku ji kuştina sivîl û bi taybetî zarokên ku li peravê dilîzîn, bi fikar in.
Feltman destnîşan kir ji bo ku li herêmê aştiyeke mayînde pêk bînin, divê li ser sedemên pirsgirêkê bisekinin û çareseriyeke du dewletî bibînin.