05 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2016
BOGOTA
Juan Manuel Santosê Serokê Dewleta Kolombiyayê piştî ku roja yekşemê peymana di navbera Hêzên Çekdar ên Kolombiyayê (FARC) û hikûmetê da di referandûmê da hat redkirin, cara ewil di televizyonê da xitabî xelkê kir.
Santos piştî ku ji referandûmê ev encam derket ji bo pêvajoya aştiyê dewam bike ji bo bi pêşengên FARCê ra xeber bidin lijneyek şand Kubayê û destnîşan kir ku agirbesta di navbera terefan da wê dawiya vê mehê biqede.
Santosê ku amadehiyan dike bi mixalefetê ra were bal hev wiha got: "Ez hêvî dikim ku peyman çêbe û ev şer û pevçûn biqede."
- FARCê piştî referandûmê îlan kiribû ku wê li ser soza agirbestê bimînin û li ser daxuyaniyên dawîn ên Santos jî bertek nîşan dan.
Rodrigo Landonoiyê Pêşengê FARCê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bal kişand ser dema ku Santos daye û wiha got: "Gelo wê ji vir pê da çi bibe? Wê şer û pevçûn dewam bikin?"