13 Mijdar 2016•Rojanekirin: 15 Mijdar 2016
BOGOTA
Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos ragihand ku di navbera hikûmet û Hêzên Çekdarên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) da peymaneke aşitiyê ya nû hat îmzekirin.
Serokê Dewleta Kolombiyayê Santos ku xwediyê Xelata Nobelê ye, ragihand ku di encama hevdîtinên FARC û hikûmeta Kolombiyayê yên li Havanaya paytexta Kubayê da şertên peymaneke nû ya aşitiyê çêbûn û wiha got, "Ev peyman, encama duristkirina peymana me ya ku li Cartagenayê hatibû îmzekirin e. Pêşniyaz û endîşeyên kesên ku di referandûmê da gotin 'erê' û 'na' di peymana nû da reng vedan."
Santos beriya ku peymanê rabigihîne, ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wan digel serokên berê yên dewletê Andres Pastrana Arango, Alvaro Uribe Velez û Wezîra berê ya Bazirganiya Derva Marta Lucia Ramirez de Rincon ku di referandûmê da kampanyaya 'na' meşandibûn, hevdîtinek pêk anîn û diyar kir ku îro peymanê ji van hersê navan ra bê şandin.
- FARCê hemû mal û sermiyanê xwe teslîm bike
Juan Manuel Santos destnîşan kir ku piştî referandûmê ji bo wan pêşniyazên nû çêbûn û van teklifan rê li ber peymaneke aşitiyê ya nû vekir. Santos spasiya kesên xwedan pêşniyaz û raman kir û wiha got, "Êdî ew dem hatiye ku cudahî di berê da bimîne. Divê em bona înşakirina aşitiyê hêz û qewemeta xwe bînin cem hev."
Santos got ku ew ê hem û mal û milkê rêxistinê ji bo kesên ku di bin tesîra pevçûnan da mane bela bike û her wiha FARC wê der heqê çêkirin û bazirganiya hişbirê da hemû daneyan bi hûrgulî radest bike û berpirsiyariyê hilde ser xwe.
Santos wiha dewam kir: "Dadgehên aştiyê yên taybet, wê heta 10 salan xizmetê bike û wê her du salên ewil daxwazên lêkolînê qebûl bike. Dadgerên biyanî wê tunebin. Dadger wê ji dadgehên me werin bijartin û wê ji kolombiyayiyan pêk werin."
Ji aliyekî din va Wezîrê Bazirganiya Dereke yê berê Ramîrez li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got ku ew alîgirên şer nînin û beşdarî civînê bûn. Ramîrez her wiha got ku ew hêvî dike lihevkirina nû bibe sedema mitabaqata siyasî.
- "Referandumê hewce nedikir"
Sermuzakerê rêxistinê Ivan Marquez li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê lihevkirina aştiyê de daxuyanî da.
Marquez got ku di meha cotmehê de hewcedariya referandumê tunebû, li hember girseyî aştî mafek e.
Piştî hevdîtinên li Havanayê jî Marqez daxuyaniyek da peymana nû wek "lihevkirina hêviyê" binav kir û wiha got: "Em evîndarê aştiyê ne, em evîndarê Kolombiyayê ne."
Li Kolombiyayê di 2yê cotmehê de lihevkirina aştiyê ya bi FARCê re biribûn referandumê. Di referandumê de 13 milyon welatiyên Kolombiyayê ray avêtibûn, ji sedî 50,24ê gel lihevkirinê qebûl nekiribû.
Piştî referandumê hikûmetê bi qurbanên pevçûnan, dêrê, partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl re hevditin kiribû. Hikûmetê daxwazên wan nivîsandibû ku car din bi rêxistina FARCê re hevdîtinan bike.
Piştî qasî 60 civînan, xebatên 100 saetî di 57 mijaran de qasî 500 teklîf derketibûn rojevê.
Pevçûna ku li Kolombiyayê ji nîv sedsalan pê va ye dewam dike bû sedema mirina 260 hezar kesî. 6 milyonan zêdetir mirovan jî ji ber pevçûnan koç kir.