24 Îlon 2017•Rojanekirin: 25 Îlon 2017
BERLÎN
Li Almanyayê gel ji bo neqandina Meclisa Federal (Bundestag) a heyama 19emîn diçe ser sandoqê.
Dengdayînê bi saeta herêmî di 08.00an da (BST 09.00) dest pê kir û wê heta saet 18.00î (BST 19.00) bidome.
42 partî dikevin hilbijartinê û ji 4 hezar û 828 namzedan 92 namzed tirk in.
Li Almanyayê li 16 eyaletan 299 herêmên hilbijartinê hene. Bi tevahî 61,5 milyon kes wê deng bide.
Li Almanyayê nêzî 17 milyon kesan koçber in. Ji van 5,8 milyon kes dikarin deng bidin.
Tirkên koçber li wê derê 3 milyon in.