Nihat Kavşut
07 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2020
Li bajarê Kirmanê di merasima cenazeyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Pasadarên Komara Îslamî ya Îranê Qasim Silêmanî da ji ber îzdihamê 56 kes mirin û 213 kes jî birîndar bûn.
Serokê Saziya Alîkariya Acîl a Îranê Pîr Huseyn Kulîvend daxuyanî da IRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê ji ber îzdihama li merasima cenazeyê da 56 kes mirin, 213 kes jî birîndar bûn.
Kulivend ragihand ku ji birîndaran 67 kes tên dermankirin û 8 birîndar di bin mişahadeya taybet da ne, ji 56 kesên ku mirin 35 jê mêr in û 21 jê jî jin in.
Di vê navberê da definkirina ku ji ber îzdihamê hatibû taloqkirin dîsa dest pê kir.