Türkan Tosun
30 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2020
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya Ajansa Anadoluyê (AA) bû.
Oktay wêneyên nûçegihanên AAyê yên li welêt û dervayî welêt hatine kişandin nihêrî û di nav wan da yên herî zêde ecibandin hilbijart.
Oktay di kategoriya nûçeyan da wêneyê Enes Yildirim ê bi navê "Piştî 86 salan li Ayasofyayê îbadet" û wêneyê Arif Hudaverdî Yalam ê bi navê "Bi nexweşê kerr ra têkilî", di kategoriya werzişê da wêneyê Fecrî Balik ê bi navê "Ji lastîkan qada voleybolê" û di kategoriya jiyanê da jî wêneyê Erçîn Erturk yê bi navê "Li malê antreman" hilbijart.
Di kategoriya jiyanê da Oktay 2 wêne zehf ecibandin û deng da wêneyê Cem Genco yê bi navê "Selvaya li Sûriyeyê lîstika şer dilîze" û wêneyê Sercan Kuçukşahîn yê bi navê "Li zîlgeha Hurmetçiyê dema roj diçe ava"
Oktay got her wêneyek xwedî çîrokekê ye, di sala 2020î da meriv nikare Ayasofyayê hilnebijêre û derbas be.
Oktay got wêneyê Sercan Kuçukşahîn jî ji hêla qalîteya wêneyan va gelekî baş e.