Fatih Gazioğlu
22 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2018
WASHINGTON
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo li ser têlefonê bi Berhem Salihê Serokomar û Adil Ebdulmehdiyê Serokwezîrê Iraqê ra axivî. Pompeo got ku ew ê di têkoşîna dijî DEAŞê da piştgiriya ku didin Iraqê bidomînin.
Arîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derva Robert Palladîno daxuyanî da û got ku Pompeo bi Salih û Ebdulmehdî re li ser têlefonê axivî. Palladîno di daxuyaniyê da wiha got:
"Wezîr Pompeo di axaftina xwe bi Ebdulmehdî ra kir de got ew ê di têkoşîna dijî DEAŞê da piştgiriya ku didin Iraqê bidomînin. Niha li wê derê welêtekî bihizûr û îstiqrar tê avakirin. Amerîka û hêzên koalîsyonê (ya dijî têkoşîna DEAŞê) wê bi hêzên ewlehiya Iraqê re hevkariyê bikin."
Di axaftinê da Pompeo behsa girîngiya hevkariya stratejîk ya di navbera Amerîkayê û Iraqê da jî kir û got ku wê di mijara aboriyê da jî piştgiriyê bidin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump pêr daxuyanî dabû ku ew ê eskerên Amerîkayê yên li Sûriyeyê vekişînin.