Fatih Gazioğlu
22 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2018
ANKARA
Hêzên Bejayî yên Artêşa Mihafizên Şoreşê ya Îranê li Kendava Besraya dest bi tetbîqatê kir.
Li gor nûçeya têlevîzyona dewletê ya Îranê, hêzên bejayî yên Artêşa Mihafizên Şoreşê ya Îranê li Kendava Besraya bi navê "Pexemberê Mezin 12" dest bi tetbîqateke berfireh kirin.
Tetbîqat li nêzî Geliyê Hurmuzê tê kirin. Ev der ji bo derbasbûna keştiyên petrola Îranê ciyekî girîng tê qebûlkirin.
Li gor nûçeyê firokeyên êrîş û lojîstikê û teyarên bêmirov û yekîneyên komandoyan jî beşdarî tetbîqatê dibin.
USS John C. Stennîsa keştiya balafirên şer ya fîloya Amerîkayê jî duh derbasî Kendava Besrayê bûbû.