Kasım İleri
25 Nîsan 2023•Rojanekirin: 26 Nîsan 2023
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken diyar kir ku li Sûdanê aliyên şer dikin ji bo agirbesteke şeva 24ê Nîsanê dest pê kir û qasî 72 saet wê dewam bike, li hev kirin.
Blînken der heqê şer û pevçûnên li Sûdanê da daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "Di 48 saetên dawîn da di encama gotûbêjên zêde hatin kirin da Hêzên Çekdar ên Sûdanê û Hêzên Piştgir a Bilez ji bo agirbesta şeva 24ê Nîsanê dest pê bike û qasî 72 saet wê dewam bike, li hev kirin."
Blînken got ku ew dixwazin li Sûdanê rêveberiya sivîl têkeve rewacê û hewl didin aliyên şer dikin jî ber bi vê hedefê va bînin.