Sarp Özer
25 Nîsan 2023•Rojanekirin: 25 Nîsan 2023
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Wezîrê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan ji bo beşdarî civîna çar alî ya ku wê di navbera Tirkiye-Rûsya-Sûriye-Îranê da bê kirin, bibin, hatin Moskovayê.
Civîna çar alî wê di navbera wezîrên parastinê û serokên îstixbaratê yên herçar welatî da bê kirin.
Balafira ku Akar û Fîdan tê dabûn li Balafirgeha Vnûkovayê danî, tevlî rayedarên Ûris Balyozê Moskofê yê Tirkiyeyê Mehmet Samsar û rayedarên pê ra ne hatin pêşwaziya mêvanên xwe.
Di civîna çar alî da tevlî Akar û Fîdan wê Wezîrê Parastina Rûsyayê Sergey Şoygu, Wezîrê Parastina Sûriyeyê Korgeneral Elî Mihemed Ebas û Wezîrê Parastina Îranê Mîrlîwa Mihemed Riza Aştiyanî jî beşdar bibin.
Di civînê da serokên îstixbaratê yê herçar welatan jî wê hebin û Akar di çarçoveya civînê da wê hevdîtinên dualî jî bike.