Türkan Tosun
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
WASHINGTON
Lîsteya ber û alavên malê Çînê yên ku ji bilî baca heye li ser biryara nû ya Serokê Amerîkayê Donald Trump wê ji sedî 25 baca gumrukê li ser zêde bibe, hat eşkerekirin.
Nûnertiya Bazirganiyê ya Amerîkayê (USTR) belgeyek weşand.
Di belgeyê de ji bo ku rê li ber şirketên Çînî yên ku bê usil hewl didin teknolojî û fikrên Amerîkiyan bi dest bixin, bigrin û li hember wan hin tevdîr bên dîtin, behsa hin mijaran hat kirin.
Gelemperî di qada parastin, esmanî û îmalatê de hezar û 300 ber û alavên ku bihayê wan 50 milyar dolar e, di lîsteyê de heye.
Li gor vê belgeyê hezar û 300 ber û alavên ku ji Çînê tên îtxalkirin ji bilî baca ku didin wê ji sedî 25 baceke zêde bidin.
Di lîsteyê de reaktorên nukleer, hesin, pola, alîmunyum, makîneyên hewa û xazê ron dikin, hin derman û aşî hene û bihayê wan 50 milyar e.
Di belgeyê de hat gotin ji bo tevgerên Çînê yên nebaş, polîtîka û sepanên wê yên şaş bên berterefkirin, zirara ku dide aboriya Amerîkayê ji holê bê rakirin, ev girîng e.
Karsaz û raya giştî ya Amerîkayê wê şîroveyan bikin û di nav 60 rojan de halê dawîn ê lîsteyê wê eşkere bibe.
Li hemberî vê tevgera Amerîkayê, Çînê jî roja duşemê biryarek da.
Çînê daxuyand ji bo 128 ber û alavên Amerîkayê yên ku bihayê wan dike 3 milyar dolar wê di navbera ji sedî 15 û 25 baca zêde bê stendin.