Nihat Kavşut
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
ANKARA
Di danezana hevbeş ya ku tê pêşbînîkirin wê li Zîrweya Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Îranê ku mijara wê Sûriye ye bê qebûlkirin da balê bikişînin ser mijarên dewamkirina agirbesta li Sûriyeyê, yekîtiya xakê û rawestandina binpêkirinan.
Zîrweya sêalî ku mijara wê Sûriye ye bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî wê îro li Enqereyê were lidarxistin.
Li gorî agahiyên ku beriya zîrweyê ji çavkaniyên dîplomatîk hatin karmendên payebilind li ser danezana hevbeş ya ku wê di dawiya zîrweyê da were weşandin dixebitin.
Tê texmînkirin ku di danezanê da balê bikişînin ser mijara dewamkirina agirbesta heyî ya li Sûriyeyê, yekîtiya xaka Sûriyeyê û rawestandina binpêkirinên agirbestê li nava Sûriyeyê ku di danezanên beriya niha da jî cî girtibûn.
Mijara gavên nû jî wê di civîna karmendên payebilind da werin gotûbêjkirin û her wiha wê ji civîna wezîrên karên derva yên Tirkiye, Rûsya û Îranê ku wê serê sibeha çarşemê were lidarxistin ra bên pêşkêşkirin.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, hemtayê wî yê Ûris Sergey Lavrov û hemtayê wî yê Îranî Cewad Zerîf wê di civîna taştêyê da van pêşniyazan binirxînin. Tê texmînkirin danezana pêşnûmaya wezîrên karên derva ji aliyê serokan va were pesendkirin.
Wek mayîn tê pêşbînîkirin ku di çarçoveya zîrweyê da Erdogan û Rûhanî hevdîtineke rûbirû pêk bînin.