İbrahim Atmaca
21 Tebax 2019•Rojanekirin: 22 Tebax 2019
Hat ragihandin ku Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê pesend kir ku bihayê 8 milyar dolarî 66 F-16 tîpa 70yî bifroşe Tayvanê.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Ajansa Parastin û Tevkariya Ewlehiyê ya Amerîkayê, "Ofîsa Nûnertiya Aborî û Çandinî ya Taipeiyê ya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê di çarçoveya firotanên eskerî yên ji bo derva da pesend kir ku bi bihayê 8 milyar dolarî 66 F-16/C/D Bloq tîpa 70yî balafir û elemanên wê were firotin."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji Kongreyê ra jî qala firotinê hat kirin.
Ji ber ku di navbera Amerîka û Tayvanê da têkiliya dîplomatîk a fermî tuneye, Ofîsa Nûnertiya Aborî û Çandinî ya Taipeiyê li Washingtonê nûnertiya Tayvanê dike.