04 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2019
Amerîkayê di hefteyeke dawîn da ji bo piştgiriya eskerî û lojîstikê bide herêma di bin dagiriya YPG/PKKya rêxistina terorê da 300 tirên din jî ji aliyê Iraqê ra sewq kir.
Amerîka piştgiriya ku li Sûriyeyê dide YPG/PKKya rêxistina terorê ya bi hinceta "têkoşîna dijî DEAŞ" didomîne.
Hêzên Amerîkayê yên piştgiriya eskerî û lojîstikê didin rêxistina terorê di vê çarçoveyê da hefteya dawîn 300 tirên din jî ji deriyê sînor ê Sêmalkayê yê li sînorê Sûriye-Iraqê ra sewqî herêma di bin dagiriya rêxistina terorê da ye kir.
Di tirên şandin herêma YPG/PKKyê dagir kiriye da "TWall"ên blokên betona hazir ên pê baregeh tên çêkirin, wesayîtên erazî, jenerator, tankerên sotemeniyê û kaseyên girtî cî girtin.
Li gor çavkaniyên herêmî di kaseyên girtî da sîlahên giran û sivik, cebilxane, ekîpmanên sînyalîzasyon û radarê û amûrên jiyanê hene.
Konvoyên di nav hefteya dawîn da derbasî herêmê bûn amûrên barkirî li hin baregehên li herêmê yên Amerîkayê belav kirin.
Amerîkayê di 21ê îlonê da konvoyeke ji 200 tirî pêk tê ya tê da amûrên înşaetê, kaseyên girtî, malên prefabrîk û tankerên sotemeniyê hebûn sewqî herêmê kiribû.
Amerîkayê di 9ê îlonê da jî bi 55 tiran va kaseyên girtî, wesayîtên çiyê, makîneyên kar sewqî Eyn Îsa û Şedadiya hatine dagirkirin kiribû. Bi heman awayî di 4ê îlonê da 60 tir sewqî herêmê kiribûn.
- Li Sûriyeyê 18 baregeh
Li Sûriyeyê ji sala 2015an vir da 18 baregeh û 2 hezar personelên Amerîkaya hene û bi hinceta têkoşîna dijî DEAŞê piştgiriyê dide YPG/PKKyê.