Ekip
23 Mijdar 2017•Rojanekirin: 23 Mijdar 2017
WASHINGTON
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Rex Tîllerson tundiya li ser misilmanên Arakanê cara ewil got wek "komkujî" bi nav kir û got yên ku ji vê komkujiyê berpirsyar in divê bên darizandin.
Tîllerson piştî ziyareta xwe ya Myanmarê ya ku di 15ê mijdarê de kiribû daxuyaniyeke nivîskî weşand û rewşa dawîn a Arakanê nirxand.
Tîllerson got ew bi Wezîrê Karên Derva yê Myanmarê Aung San Suu Çîî jî di nav de bi gelek rayedaran re hatiye bal hev û li ser rewşa welêt axiviye.
- "Ev komkujiyek e"
Wezîr Tîllerson êrîşa artêşa Myanmarê ya ku di 25ê tebaxê de kiribû dîsa şermezar kir û got tu provokasyon nikare vê zilmê meşru nîşan bide.
Tîllerson got ji ber vê êrîşê bi sedan jin, zarok û mêran malên xwe terk kirin û wiha axivî: "Ev bû sedem ku ew xwe bispêrin Bangladeşê. Piştî ku rastiyên li holê ne bi baldarî bên nirxandin, pir eşkere tê dîtin ku li eyaleta Arakanê li hember rohîngyayiyan tişta ku hatiye kirin komkujî ye."
Tillerson diyar kir Amerîka pêşiyê dixwaze xwe bigihîne kesên hewcedar û got ji xeynî pakêta alîkariyê ya bi 40 milyar dolarî pakêteke alîkariyê ya bi 47 milyon dolarî eşkere kirine.
- "Divê berpirsyar bên darizandin"
Rex Tillerson destnîşan kir hikûmeta Myanmarê û hêzên ewlehiyê divê siyanetê nîşanî heqê hemû însanan bidin û got divê berpirsyar bên darizandin û Amerîka di vî warî da çi bikeve ser milan wê bike.
Rayedarê Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê ku di rûniştina girtî da pirsên rojnamevanan bersivand diyar kir ku dijî kesên bûne sedema qeyrana Arakanê wê hin sepandinan bikin dewrê.
Rayedar destnîşan kir "paqijiya nijadî ya li Arakanê plankirî û organîze ye" û got ku divê berpirsyar bên darizandin.
- Amerîka ji bona daxuyaniyê dereng ma?
Ji ber ku gelek dem ser ra derbas bû û paşê Amerîkayê ji bo Arakanê got "qirkirina nijadî", di raya giştî da bal kişand. Komîserê Payebilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeyd Raad el Huseyîn di 11ê îlonê da li Cenevreyê axivî bû û gotibû ku artêşa Myanmarê li eyaleta Arakanê bi operasyonan va "tam mînakeke qirkirina nijadî nîşan da".
Berdevk Heather Nauertê berî niha jî di brîfîngên çapemeniyê yên Wezareta Karên Derva da pirsên li ser mijarê bersivandibûn û gotibû ew hê emîn nînin ku ji bo Arakanê bibêjin qirkirina nijadî, heke ew emîn bibin wê hewce bike ku ew artêşa Myanmar û hêzên ewlehiyê tengav bikin.
- Li dijî misilmanên arakanî qirkirina nijadî
Artêşa Myanmarê bi îdiaya ku milîtanên çekdar ra têkoşînê dide, li Arakanê êrîşî sivîlan kir û ji 25ê tebaxê vir va bi hezaran misilman di êrîşan da mirin. Ji ber ku rêvebiriya Myanmarê nahêle kes têkeve herêmê û derkeve hejmara sivîlên ku mirin tam nayê tesbîtkirin.
Rengê êrîşan veguherî qirkirina nijadî û artêş û bûdîstên tundrew nêzî 300 gundan xerab kirin, ji 600î zêdetir misilmanên arakanî li ser çil û çiya, çem û behrê ra revîn Bangladeşê, bi deh hezaran jî rê û rêbazan digerin ku birevin Bangladeşê. Li gor texmînê li Arakanê di salên 1970yî da nêzî du milyonan misilman dijiyan, ji ber êrîşên sîstematîk û revê ev reqam ket bin 350 hezarî.