İbrahim Atmaca
23 Mijdar 2017•Rojanekirin: 24 Mijdar 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Nûnerê Taybet ê Iraqê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Jan Kubis got ku her çend şerê dijî DEAŞê hatibe qezenckirin jî, rêxistin hê wek tehdîd hebûna xwe didomîne.
Kubis li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî der heqê li Iraqê têkçûna DEAŞê û geşedanên li welêt da welatên endam agahdar kirin.
Kubis destnîşan kir ku DEAŞa rêxistina terorê ji sedî 95ê axa ku ji 2014an heta niha li Iraq û Sûriyeyê kontrol dikir, winda kir, 7,5 milyon kes jî bi têkçûna rêxistina va azad bû.
Kubis diyar kir, di vê pêvajoyê da bi hezaran kes mirin û birîndar bûn, bi sed hezaran zarokên ku mêjiyê wan hat çeliqandin ji perwerdeyê mehrûm man, bajar bi temamî xerab bûn û 6 milyon kes jî ji cî û warên xwe bûn.
Kubis got ku DEAŞê bi hezaran misilman û kêmnetew kuştin û sûcê şer kir û ev grûb rastî nijadkujiyê hatin û wiha dewam kir: "Her çend şerê dijî DEAŞê hatibe qezenckirin jî, li Iraqê, li herêmê û li Ewropa û cihên din tehdîda terorê hê dewam dike"
Kubis daxuyand, DEAŞ dikare li her derê cîhanê li dijî sivîlan rastgele êrîşan bike û wiha dewam kir: "DEAŞ têk çû, lê hê xelas nebûye. Ez bangî hêzên koalîsyonê, welatên herêmê û civata navneteweyî ku li dijî DEAŞê têkoşînê didin, dikim; ji bo ku DEAŞ ji binî va têk biçe û ji bo ku li Iraq û li herêmê îstiqrar peyda bibe bira hewildanên eskerî û yên din bidomînin."