İbrahim Atmaca
17 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2017
BEXDA
Hat ragihandin, piştî ku Pêşmerge ji qada neftê ya Bay Hesenê vekişiya, hêzên Iraqê kontrol bi dest xist.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Heşda Şabî hat dayîn, "Hêzên Ewlehiyê û Heşda Şabî kontrola qada neftê ya Bay Hesenê ku dikeve bakurê rojavayê Kerkûkê, bi temamî dest xist."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku piştî Pêşmerge vekişiya, qada neftê ya Bay Hesenê hat kontrolkirin.
Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) rojê 600 hezar warîl neft derdixist û jê 280 hezar warîl ji nefta Bay Hesenê bû.