Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Fermandariya Operasyonan a El-Enbarê ya girêdayî artêşa Iraqê hat bidestxistin, li Qaîm û Ratbeya navçeyên Ramadiyê di navbera hêzên artêşê û milîtanên DÎŞIyê de pevçûn derket. Hêzên artêşê piştî pevçûnê El-Welîda deriyê sînor a li sînora Sûriyeyê û Tarîbîla deriyê sînor a li sînora Urdunê de paş ve sitand.
Hatibû ragihandin ku DÎŞIyê îro El-Qaîm û El-Welîda deriyên sînor ên li sînora Sûriyeyê û Tarîbîla deriyê sînor a li sînora Urdunê bi dest xistiye.
Li welêt ev demek e ku pevçûn hene û valahiya otorîteyê heye. Milîtanên DÎŞIyê û hêzên hin eşîran, digel bajarên wekî Mûsil, Tîkrît, Bakûba û Telaferê navçeyên Enbarê yên wekî El-Qaîm, Rawe, Aneh, Retbe û Hadîseyê bi dest xistibûn. Ji ber pêvçûnan nêzî milyonekî mirov mecbûr man ku koç bikin.