Elif Orhan
20 Sibat 2016•Rojanekirin: 21 Sibat 2016
ÎSTANBUL
Bûseyne Şabana Şêwirmenda Çapemeniyê û Siyasî ya Beşşar Esedê Serokdewletê Sûriyeyê got ku artêşa rejimê û PYDya şaxa PKKyê ya li Sûriyeyê di operasyonên eskerî de hevkariyê dikin.
Şabanê hevpeyvînek da RTya qenala Rûsyayê û got ku "Milîtanên PYDyê bi hevkariya artêşa Sûriyeyê, balafirên ûris û hêza parastina netewetî axên welêt azad dikin. Dema mirov bala xwe dide yekîtiya gel û axa Sûriyeyê hevkariya navborî nabe pirsgirêk."
Şabanê qal kir ew kesên ku di operasyonên navborî de cî digirin kurd tenê nînin û wiha axivî: "Di nav şervanan de digel kurd, ereb, suryanî, mensûbên hin eşîran, yekîneyên artêşê û hêzên parastina neteweyî ji her aliyê gelê Sûriyeyê hene û beşdarî têkoşîna ku dijî terorê tê dayîn dibin."
Li bakurê Helebê hêzên rejimê yên ku balafirên ûris ji hewayê piştgirî didinê û milîsên girêdayî wan êrîşî komên mixalif dikin. Bi qasî du hefte beriya niha milîtanên PYDyê jî dijî mixalifan operasyon dabû destpêkirin.
PYDyê bi êrîşên hewayî yên Rûsyayê li başûr û başûrê rojavayê bajarê Ezezê li hin gundan kontrolê xistibû destê xwe, balafirgeha Mînnîxê bi dest xistibû, çend roj beriya niha jî kontrola gelek herêmên navçeya Til Rifatê bi dest xistibû. Herî dawî piştî ku hêzên rejimê rêya îqmalê girtibûn PYDyê li Helebê êrîşî mixalifên ku hatine dorpêçkirin, kiribû.