Elif Orhan
20 Sibat 2016•Rojanekirin: 20 Sibat 2016
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Mafê Tirkiye di mijara têkoşîna bi tehdîtên ku rû bi rû ye de li Sûriyeyê û li her derê ku rêxistinên terorê lê cî bûne de heye ku li her derê ku hewcedar dibîne her cure operasyonê bike."
Serokomar Erdogan wiha got:
"Ji vê yekê bawer bikin, Tirkiye dijî her cure tehdît û êrîşên ser xwe qatbeqat bersiva van êrîşan dide û dê ji niha pê ve jî bide."
"Asta ku em hatinê êdî rewşa xweparastinê de ye. Tu kes nikare mafê xweparastinê ya Tirkiyeyê ya dijî çalakiyên terorê yên ser Tirkiyeyê sînordar bike, nikare bibe asteng jî ku vê mafê bi kar bîne."
"Tu eleqeya vê yekê bi tu awayî bi mafên desthîlatdariyê ya welatên ku nikarin bibin hakimê yekîtiya axa xwe re tune. Bereksê vê ev rewş rewşekî der barê vîna Tirkiyeyê ya der heqê xwedîlêderketina mafên desthilatdariyê re eleqedar e. Ji kî tê bila bê em hemû helwestên wekî astengkirina vê mafê welatê me wekî teşebûsekî ser hebûna Tirkiyeyê dibînin."
"Ev welêt dijî êrîşên ser welatiyên xwe bi xwe bertekên gelek tund didin lê tenê sebr û metanetê telqînê Tirkiyeyê dikin û ev yek bêsamîmiyetî ye. Ez biryardariya (Tirkiyeyê) ya ji bo êrîşa terorê ya dawî ya li Enqereyê jî di nav de, di çavkaniya wan de berterefkirina hemû êrîşên li ser ax, welatî, yekîtî û bihevrebûna xwe car din îfade dikim."
"Tirkiye dê prensîbên angajmanê bîne astekî wisa ku dê ne tenê bi êrîşên fîîlî yên ser Tiriyeyê sînordar be, dê mafê xwe wisa berfireh bike ku di serî de PYD û DAEŞ dê her cure tehdîdên terorê di xwe de bihewîne. Canê tu welatiyên Dewleta Komara Tirkiyeyê ji canên mirov an jî welatiyên ku li cihekî dinyayê dijîn bêqîmettir nîne. Di heman demê de canê tu mexdûr û mezlûmên ku li Sûriye, Iraq, Filîstîn, Ûkrayna û herêmên cur bi cur ên dinyayê tên qetlkirin jî ji canê mirovên ku li welatên rojava dijîn bêqîmettir nîne."
"Hin kes bi israr dixazin ku welatê me bi terorê re, bi çalakiyên terorê re, bi pirsgirêkên ewlehiyê re yek bigire û hewl didin ku nêrîneke wiha derxînin. Gelo li welatê me pirsgirêkên bi vî awayî tunin? Helbet hene lê di serî de metropolên li welatên rojava li her derê dinyayê pirsgirêkên manend hene. Dema ev mijar tên rojevê yên din jinedîtinê tên û tenê Tirkiyeyê derdixînin holê û ev yek jî bi tu awayî objektîf nîne, rast nîne. Ez bi awayekî eşkere dibêjim îro Tirkiye digel yên ku li dora wê şer dikin, digel ku rasterast di nav hedefa rêxistinên terorê de ye hê jî yek ji welatên herî ewledar ên dinyayê ye."