Fatih Gazioğlu
19 Nîsan 2018•Rojanekirin: 20 Nîsan 2018
EFRÎN/ANKARA
Artêşa Tirkiyeyê li Efrînê 103 teqemeniyên bidestçêkirî yên ku bi destê YPG/PKKa rêxistina terorê li malan hatibûn bicihkirin, îmhe kirin.

Artêşa Tirkiyeyê piştî ku Efrîn ji terorîstan rizgar kirin, ji bo ewlehiya herêmê xebat û fealiyetên lêgerîna teqemeniyan didomînin.

Tîmên Artêşa Tirkiyeyê duh evarê li navenda Efrînê 103 teqemeniyên bidestçêkirî yên ku bi destê terorîstan li malan hatibûn bicihkirin kom kirin û 3 kîlometre ji navendê dûr îmhe kirin.

Artêşa Tirkiye û Artêşa Azad ya Sûriyeyê 18ê adarê navçeya Efrînê ji terorîstan paqij kiribûn.