19 Nîsan 2018•Rojanekirin: 19 Nîsan 2018
SALAHADDÎN
Hat ragihandin ku li bakurê Iraqê li wilayeta Salahaddînê di lêgerîn û kontrolan da 6 milîtanên DEAŞa rêxistina terorê hatin kuştin.
Tûxgeneral Yahya Resûlê Berdevkê Navenda Çapemeniya Emniyetê ku girêdayî Wezareta Parastinê ya Iraqê ye, daxuyaniya nivîskî da û got ku li Tikrîta Salahaddînê hêzên girêdayî artêşê û polêsan bi piştgiriya hêzên esmanî va lêgerîn û kontrol kirin û 6 milîtanên DEAŞê hatin kuştin.
Rêvebiriya Bexdayê her çend di berfanbara 2017an da daxuyand ku axa welêt ji DEAŞê hat safîkirin jî, hê bermahiyên rêxistinê mane û car caran êrîşan dikin.