Ethem Emre Özcan
05 Nîsan 2026•Rojanekirin: 05 Nîsan 2026
Artêşa Îsraîlê 4 êrîşên asîmanî birin ser herêma Dahiyeyê ya Beyrûta paytextê Libnanê.
Êrîşên ku Îsraîlê li dijî Libnanê di 2yê Adarê da dest pê kirin, didomin.
Balafirên şer ên Îsraîlê di nava saetekê da 4 êrîşên asîmanî birin ser herêma Dahiyeyê ya Beyrûtê.
Piştî êrîşê li Beyrûtê dengê teqînan hat bihîstin, ji cihên bûn hedef, dûman rabû.
Her wiha balafirên Îsraîlê li ser Beyrûtê di îrtifaya nizim da difirin.
Artêşa Îsraîlê li dijî herêma Dahiyeyê ya ku wekî keleha Hizbullahê tê zanîn, ji 2yê Adarê û vir va gelek carî êrîşan pêk tîne.
Avichay Adraeeyê Berdevkê Artêşa Îsraîlê ber bi nîvroyê gefxwarina dijî 7 taxên li herêma Dahiyeyê dubare kiribû.
- Êrîşên Îsraîlê yên dijî Libnanê
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya 2yê Adarê da hatibû diyarkirin, piştî hat tesbîtkirin ku ji Libnanê moşek hatine avêtin, li bakurê welêt sîren ketin dewrê.
Artêşa Îsraîlê paşê ragihandibû ku dijî tevahiya Libnanê êrîşên esmanî daye destpêkirin, paytext Beyrûtê hedef girtiye û ji hewayê û behrê gelek êrîş biribû ser Libnanê û biryar dabû ku dagirkeriya bejayê berfireh bike.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê eşkere kiribû hejmara kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku ji 2yê Adarê vir va dewam dikin da hatin kuştin derket 1422yan.
Hikûmeta Libnanê daxuyandibû ku hejmara kesên ku li welêt ji cî û warên xwe bûne ji milyonek û 162 hezarî derbas kiriye.