ANKARA - MEHMET ÖZTÜRK/FARUK TOKAT
Endamê Heyeta Mitewellî ya Weqfa Alîkariya Însanî ya Maf û Azadiyên Însana (ÎHH) û Endamê Heyeta Şopandina Pêvajoya Aştiya Moroyê Huseyîn Oruç diyar kir ku li Filîpînan di encama berxwedana Îslamî ya nêzî 60 salî da Herêma Xweser a Bangsamoroyê wê were avakirin û divê hemû Misilman piştgiriyê bidinê.
Oruç der heqê berxwedana Moroyê ya ku ji salên 1960î vir va dewam dikin, Qanûna Organîk a Bangsamoroyê, Herêma Xweser a Bangsamoroya wê were avakirin û pêvajoya avakirinê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
PIRS: Huseyîn Beg heta ku Qanûna Organîk a Bangsamoroyê derkeve we ew pêvajo ji nêz va şopand. We di mizakereyan da cih girt. Hûn dixwazin em ji wê derê dest bi sohbeta xwe bikin.
BERSIV: Dema ku em qala Qanûna Organîk a Bangsomoroyê dikin, em di eslê xwe da qala pêvajoyeke ku di 1997an da dest pê dike, dikin. Selamet Haşimê rehmetî dema ku sax bû ev hevdîtin da destpêkirin. Hedefa Selamet Haşim ji serî va aştî bû û xebatên xwe wisa meşand. Rêgezeke wî ye wiha jî heye: Şer ji bo aştiyê tê kirin. Heke ku encamê da aştî tunebe şer dibin qetilkarî. Ji ber wê ew qet ji aştiyê dûr neketiye, ajandaya wî ya aştiyê timî vekirî bûye.
Heke em hinekî qala destpêka pêvajoyê bikin, weke tê zanîn Selamet Haşim ji Eniya Rizgariya Neteweyî ya Moroyê (MNLF) ku Nûr Misuarî ava kir, qetiya û Eniya Rizgariya Îslamî ya Moroyê (MILF) ava kir. Piştî ku ji Misuarî vediqete MILFyê ava dike. Em tam nizanin bê ka çima ji hev qetiyane. MILF ji nav MNLFyê derket. Herî zêde ev tê zanîn; Peymana Trîpoliyê, ango dema ku di berfanbara 1976an da hevdîtinên aştiyê dest pê kirin, lihevnekirinek çêbû.
PIRS: Qesta we peymana ku di hîmayeya Qeddafî da hat çêkirin e?
BERSIV: Erê. Selamet Haşim ew peyman û otonomî qebûl nekir. Hedefa xebatên wî seba serxwebûnê bû. Ji sedemên cihêtiyê yek jê jî ev bû.
Bêguman ji ber ku fikra wan ne yek bû, loma ji hev qetiyan. Ferqeke pir sereke heye. Selamet Haşim dibêje ku; "Em Misilman in. Ji ber ku em bi rastî Misilmanê ne baş in, ev tên serê me. Heke em ji nû va bibin Misilman, em vegerin ser nirxên xwe, karê me wê baş here." Misuarî jî wiha dibêje, "Em xelkê Moroyê ne. Li vê derê ji me Misilman jî hene. Xwecihî jî hene. Mensûbên dînên xwecihî hene. Xristiyan jî hene." Ya rastî di avakirina MNLFyê da hemû bi hev ra ne. Min ev ji kalekî herêmê guhdarî kiribû. Tê gotin ku MILF ji MNLFyê diqete. Di eslê xwe da tam wiha nîne. MNLF xebateke Malezyayê ye tê da komên cuda yên tê da hatine ber hev hene. Malezyayê di sala 1971an da hemû komên berxwedanê yên wê derê li Kuala Lumpurê civandiye. Di wê civînê da organîzasyoneke sereke hatiye teklîfkirin. Wê demê Misuarî ji bo MNLFyê israr kiriye, Selamet Haşimî jî seba navê MILFyê israr kiriye. Misuarî ser ketiye û nav danîne MNLF. Navê MILFyê jixwe di salên 1970yî da ji aliyê Selamet Haşimî va hatiye lêkirin. Cihêbûna fiilî di 1973yan bûye.
PIRS: Em dizanin ku sivîl nekiriye hedef, lê kozikên ku sivîl nebûne, yên milîter û eskerî hedef hildaye gelo?
BERSIV: Kiriye hedef, lê êrîşeke agresîf a wek MNLFyê wek rêbazeke têkoşînê ya sereke kifş nekiriye. Digel vê pozîsyona Selamet Haşim di berxwedanê da ji Nûr Misuarî kevintir e. Ji salên 1960î vir va di nav berxwedanê da ne.
PIRS: Hûn dibêjin hereketên berxwedanê hene? Beriya MNLFyê û beriya ku Malezya tevî vî karî bibe rewş çi ye?
BERSIV: Ji destpêka salên 1960î pê va rêxistinên berxwedanê yên piçûk hene. Lê berxwedana organîze ya esil di sala 1967an da dest pê dike. Artêşa Filipînan ji bo ku ciwanên Moroyê di adara 1968an da berde Grava Sabahê ku di bin deshilatiya Malezyayê da ye, perwerdeya eskerî dide wan. Ciwanên Moroyê nêzî Manîlayê li Jabîdahê aliyê eskeran va tên kuştin. Komkujiyek e. (Ev wek Komkujiya Jabîdah an jî Corregidorê tê zanîn)
PIRS: Ez vê Komkujiya Jabîdahê ya ku qalê kir wek fealiyeta kontrgerîlla dibînim. Dewle ciwanên Misilman bi kar tîne.
BERSIV: Jixwe wisa ye.
PIRS: Meriv dibêje qeyê tiliya Nûr Misuarî jî di nav vê da heye?
BERSIV: Nûr Misuarî tev nîne. Ew paşê tev dibe. Misuarî wê demê li zanîngehê profesor e. Zilamekî mixalif e, ji Selamet Haşim kaltir e û xîtabeta wî xurt e. Zilamekî pir karîzmatîk e.
Selamet Haşim jî zilamekî cudatir e. Hedefên Haşim hene û li derdora xwe xwediyê karîzmayekê ye. Hedefa Selamet Haşim di eslê xwe da baş nayê fêmkirin. Haşim ji rêxistineke berxwedanê wêdatir derdê wî yê înşakirina civakê heye û di vê da jî serkeftî dibe. Ya rast li erdnîgariya Îslamê tu rêxistineke berxwedanê qasî vê wî serkeftî nabe.
PIRS: Ji laiyekê va têkoşîna çekdarî ji aliyekê va avakirina dibistanan, fealiyetên telîm û terbiyeyê û kampên perwerde û hîndekariyê hene, ne wisa?
BERSIV: Di nav hemû kampên eskerî da teqez akademiya îlmî heye. Perwerdeya îlmî teqez heye.
Xebatên Selamet Haşim li ser 4 bingehan e. Felsefeya jiyana her kesê ku li Moroyê dijî ev e. Projeya veguhastina civakekê li ser 4 asasan e. Selamet Haşim ev proje ji hevalên xwe ra wek hedef daniye. Ya yekem Îslamîbûn. Ji bo Misuarî ya yekem berxwedan e. Ji bo Haşim jî ev Îslamîbûn e. Haşim bi awayekî zelal dibêje ku; "Em Misilman in, em mecbûr in ku wek Misilmanan hereket bikin. Jixwe ji ber ku em Misilmanên ne qenc in loma ev tên serê me. Em ê pêşiyê bixwe herin ser rêya heq." Ji Enfala 53yan a "Civatek heta rewşa xwe ya qenc veneguherîne (xerabiyê), Xwedê jî wê nîmeta ku daye wan veneguherîne (ezab)." îlhama xwe hildide, stratejî ev e.
Dibêje ku "Em wek micahîd tên zanîn. Dinya me wek micahîd dizane, lê ji sedî 30ê ku em jê ra dibêjin micahîd nimêj jî nake." Heta ku Selamet Haşim vê xebatê li ser vê asasê bide destpêkirin, li Filîpînan profîla micahîdên bênimêj heye. Ne di civatê da di nav micahîdan da ji sedî 30.
Ya duyem hêza rêxistinê ango teşkîlatbûn. Ya sêyem çek û artêş. Ango prensîba sêyemîn a rêxistina berxwedanê ye. Ya çarem jî bixwe bixwe wê têrê bikin. Ev bixwebûn him ji bo teşkîlatê him jî ji bo kesayetan e.
PIRS: Yanê berxwedana wê demê zêdetir têkoşîneke neteweyî ye, têkoşîneke welêt e.
BERSIV: Belê, têkoşîneke neteweyî ye. Amerîka ji herêmê ra derbas bûye. Li cem me ev pir nayê zanîn. Ne Îspanyolan, ne jî Filipîniyan zilma ku Amerîkiyan kiriye, nekirine. Di sala 1946an da Filipînî serxwebûna xwe bi dest dixin. Amerîka dewrî Filipîniyan dike û diçe lê...Di sala 1898an da Amerîkayê Filîpînê dagir kiriye. Şerê Amerîkan û Îspanyolan heye. Bi peymana Parîsê va Amerîkî herêmê hildidin. Di 1946an da diçin. Yanê 48 salan li herêmê dimînin. Amerîkî 48 salan li ser zilmeke 500 salî zilmeke zêdetir dikin. Di destpêka wê heyamê da Stenbol demekê dixwaze navbeynkariyê bike. Di heyama Evdilhemîd da di salên 1906, 1907an da bi navbeynkariya Stenbolê peymanek tê kirin.
PIRS: Heta wisa ku Dewleta Osmaniyan hişyariyê dide Amerîkayê.
BERSIV: Belê, hişyariyê dide Amerîkayê, lê ji Misilmanên Filipînî ra jî dibêje "Dev ji têkoşîna biçek berdin, ewê we hemûyan bikûjin." Yanî bi awayekî Osmanî berxwedana biçek dide sekinandin. Îro dema em terîf dikin, em dibêjin başûrê Filipînê. Lê Bangsamoro hê dema dewleteke bi navê Filîpînê tunebû jî hebû. Filîpîn piştî wê hatiye avakirin. Li ser rûyê erdê pevçûnên ku niha çêdibin ya herî kevn di 1521an da dest pê kiriye û aştî hîç çênebûye.
PIRS: Duterte jî ji wê herêmê ye?
BERSIV: Duterte ji Davaoyê ye. Ji wê herêma ku Misilman lê zêdebûn û paşê hejmara wan hat kêmkirinê ye. Lê di rabirdûya wê da xwîna Misilmanan heye. Pîrika Duterte Misilman e. Yanê ne wisa berê, pîrikeke wî ya ku ew bi xwe jî nas dike, ya Misilman heye. Duterte Mindanaoyê û pirsgirêka Moroyê dizane. Hê ji heyama hilbijartinê pê va got ewê qeyrana Moroyê çareser bike.
PIRS: Dibêjin ew û Mîsuarî hevalên hev ên polê ne, Ev rast e?
BERSIV: Ne hevalên hev ên polê ne, lê li herêmê hevdu baş nas dikin. Dostaniyeke wan a pir qedîm heye. Sê navendên Tevgera MNLFyê ya Mîsuarî heye. Davao, Zanboanga û Sulu. Sulu welatê wî ye. Davao, Zanbuanga jî du navendên ku operasyonan li wir bi rê va dibin in. Ji ber Davaoyê dostaniya wî bi Duterte ra çêbûye. Ya rast dema meseleya Moroyê dibe, Duterte wek muxatab Mîsuarî dibîne. Lê piştî ku serokatiya Mîsuarî têk çû, Selamet Haşimê Serokê Eniya Rizgarkirina Îslamî ya Moroyê û piştî mirina wî ya 2003yan jî Hecî Murad Îbrahîm dibin muxatabên dewletê. Peymana îro jî bi MILF û Selamet Haşimê ra hatiye çêkirin. Duterte jî di kampanyaya hilbijartinê da çend caran gotibû ewê li gor çarçoveya Peymana Bihurgilî ya 2014an vê qanûnê bîne û Bangsamoroya nû ava bike. Piştî bû desthilat 2 sal şûn da ev peyman di Meclisa Nuneran da û Senatoyê da hat qebûlkirin. Serok Duterte jî di Tîrmehê da îmze kir û kete rewacê.
PIRS: Niha li vir du pirs hene. Yek wek hûn jî dizanin heyama ARMMyê hebû. Yanî “Autonomous Region in Muslim Mindanao” (Herêma Xweser a Mindanaoyê ya Misilmanan). Niha jî ya rast wê rêvebiriyeke xweser çêbibe. Çima piştî ARMMyê hewcedarî bi rêvebiriyeke xweser çêbû? Di navbera herdu xweserîbûnê da çi cudahî hene? Kîjan zêdetir berfireh e?
BERSIV: ARMM di 1989an da ava bû. Hevdîtinên aştiyê di 1973yan dadema Nur Mîsuarî serok bû dest pê dike. Heyameke avakirina herêmeke otonom heye ku ev pêvajo bi Marcos va dest pê dike. Bi Marcos ra rûdênin ser maseyê. Marcos li 13 eyaletan van hevdîtinan dike. Ji erdnigariyeke ji ya niha firehtir hevdîtinên xweserîbûnê hene. Peymana Trablusê û yên piştî wê hene. Li Cakartayê dîsa çarçoveya wê tê diyarkirin. Dewlet wek ku bixapîne pêvajoyekê dide destpêkirin. Paşê di 1986an da bi şoreşa gel va Aquîno tê ser wezîfeyê. Pirsgirêk dîsa dewam dike. Moroyên Misilman jî berxwedana xwe didomînin. Şoreşek çêbûye, bi wê şoreşê va Anne Aquîno bûye serokê dewletê û hewl dide ev pirsgirêk bê çareserkirin. Lê ew jî heman tuştî dike. Dema hevdîtin dixitimin bi awayekî yekalî qanûna ku ARMMyê ava kiriye di 1989an da ji meclisê derbas dike. Yanî ne pêvajoyeke alî beşdar dibin, pêvajoyeke yekalî di 1989an da çêdibe. ARMMya niha tê avakirin. Kesekî eleqeya wê bi Misuariyê wê demê ra demê ra tune wek Waliyê Herêmê tê wezîfedarkirin û pêvajo dest pê dike.Di 1996an da bi hewldana Teşkilata Hevkariya Îslamê (THÎ) Mîsuarî bi peymanê razî dibe û wek Waliyê Herêmê tê ser wezîfeyê.
PIRS: Navê THÎyê derbas bû, bawerim endamtiya Nur Misuarî ya MILFê, Eniya Rizgariya Neteweyî ya Moroyê heye.
BERSIV: Belê, di beşa kêmnetewan a THÎyê da Eniya Rizgariya Îslamî ya Moroyê jî, Eniya Rizgariya Neteweyî ya Moroyê jî xwedî statuya çavdêr in. THÎ jî ji bo ku di navbera herduyan da hevkariyek çêbibe xebatan dike. Di wê demê da THÎ wek aliyê sêyem navbeynkar e. Di 1996an da Mîsuarî vê berpirsyariyê hildide li ser xwe, lê dewlet heman pozîsyonê dide dewamkirin. Tu tişt naguhere.
PIRS: Mîsuarî dibe serokê ARMMyê?
BERSIV: Dibe serokê ARMMyê, dibe Waliyê Herêmê. Lê daxwaza Misilmanan bi vê naqede. 43 daxwaz hene ku dewlet dibêje ewê van daxwazan bi cih bîne. THÎyê dibe ji yek wan garantoran lê di nav pêvajoyê da tu daxwazek jî nayê cih. ARMM wek perçeyeke biçûk herêmeke otonom dimîne. Ji hêla aboriyê va pir teng e, ji hêla îdarî va pir teng e. Ji hêla hiqûqê va tu tiştekî nade. Yanê ji hêla fiîlî wek sîstemeke eyaletê ye. Yanî li welêt eyalet hene, ARMM jî yek ji wan e. Ji ber vê pirsgirêka Bangsamoroyê çareser nake. Nur Mîsuarî û Selamet Haşim ji ber ku dizanin pirsgirêka Bangasomaroyê nayê çareserkirin, berxwedanê didomînin.
PIRS: Gelo Nur Mîsûarî demekî di girtîgehê da tê girtin?
BERSIV: "Belê. Mîsuarî gelek caran tê girtin. Heta sala 2001î Walîtiya ARMMyê didomîne. Lê paşê mêze dike ku di pêvajoyê da pêşketin tuneye û ji ber pergala hebûyî ew jî pir bisernakeve. Lewra pergala ARMMyê wisa hatiye avakirin ku def di destê yekî da ye û gopal jî di destê yekî da, heke navend nexwaze walî nikare bixebite û pergal wisa hatiye avakirin. Ji ber vê jî Nur Mîsûarî nikare ekîba xwe jî ava bike. Ji ber vê jî kadroyên di nav berxwedanê da cih girtine bên di nav rêveberiyê da cih bigirin yanî yên li daristanan têkoşiyane werin nav siyasetê û welêt îdare bikin ev karekî zehmet e.
Wê demê MNLF di vê mijarê da bisernakeve. Ji ber vê ye ku MNLF û îro bûye 13 perçeyên ji hev cihê. Di nav peymanên wê demê da mucahîdên MNLFê dev ji çekan berdidin û tevlî nav polês û artêşê tên kirin. Piştî demeke pir kurt dewleta Filipînan wan tayînî cihên curbecur ên welêt dike û belav dike. Hemû hêza eskerî wê demê êdî ji destê MNLFê derdikeve û ji ber vê jî perçe dibe. Sedema derketina peymanên îro li serê xeberdan tên kirin ji ber xelet damezrandina ARMMyê û ew sozên hatine dayîn bi cih nehatin e. Ji ber vê jî piştî wê demê têkoşîna Moroyê êdî ji hêla MILFyê va tê birêvabirin. Rûmeta MNLFê di nav civakê namîne û wezîfe dikeve ser milê MILFê.
PIRS: "Demekî di nav çarçoveya vê binavkirina mixtariyetê da nêrînên wek "bin dewlet (sub-state)" hebû. Gelo dev ji vê hat berdan yan na?
BERSIV: "Di rastiyê da ev nêrîna sub-stateyê ji hêla baskê netewperwer ên Filîpîniyan va hat gotin. Lewra tiştekî ku di dema axaftinan da li serê hatinbe sekinandin nîne. Ji bo ku pêvajoya aştiyê sabote bikin wek amûra propagandayê avêtine meydanê û di rojevê da digirin. Di vê çarçoveyê da xalên li ser ê lihevkirin pêk hatin û Bangsamoroya ku wê derkeve meydanê li rûyê dinyayê mînakeke cihê wê bigire tuneye, lewra rayeyên wê pir berfireh in û mixtariyeteke xwedî du hiqûqî derdixist meydanê. Heta li gor tabîra herî tê zanîn a mixtariyetê ewe ku di karên hundir da serbixwe û di karên derva da jî girêdayî dewleta navendî ye. Lê di Bangsamoroyê da ji bo bi derve ra tekilî danînê rayeyên berfireh dihat dayîn. Ji ber vê jî li ser vê mijarê awayekî berfireh niqaş hatiye kirin. Lewra bi taybetî jî ji alî netewperwerên Filîpîniyan rexne hatin û wan digot ku ev ne mixtariyet e ev bi serê xwe dewletbûn e. Lê di rastiyê da ev di nav dewleta Filîpînan da herêmeke mixtariyet e. Tiştê li wir diqewime eve eniya liberxwedanê paşve gav avêt û dev ji daxwaza xwe ya serxwebûnê berda û bi mixtariyetê qayîl bû. Dewletê jî bi heman awayî tawîz da û got ku ewê ji ARMMyê zêdetir rayeya mixtariyetekî bidin wan û li vê derê bihevra bijîn."
PIRS: Gelo "Li hember ji we ra gotin hûnê çekên xwe teslîm bikin?"
BERSIV: Dev ji têkoşîna çekdarî wê bê berdan û ji hêla siyasî va xebat wê bên kirin. Kurteçîroka naveroka peymanê ev e. Hemû hêzên di nav wê rêxistinê da ne wê çekên xwe deynin lê teslîmî dewletê nakin. Ji hûrgiliyên naverokê yek ev e. Komîsyoneke navneteweyî hatiye damezrandin û di nav da Tirkiye jî heye. Serokatiya wê jî balyozekî ji Tirkiyeyê birêva dibe. Wê ew çekan heldin. Ev tiştekî pir di cih da ye. Li wê derê şerekî ku bi salane heye û li wir êdî di nav Moroyê da nêrînek bi cih bûye dema ji bo mêrekî bibêjin êdî çeka xwe teslîm bike ev tiştekî herî xerabe ku bê serê mêrekî. Li gor vê rewşê jî rêxistinbûneke serbixwe hat avakirin. ewê ev rêxistinbûn jî çekan hilde û li herêmên aîdê wê ne veşêre û dîsa nade dewletê."
PIRS: Eskerên çek danîne wê çi bibin?
BERSIV: Ew ji bo ku ji nû va tevlî civakê bibin wê bername bên amadekirin, qismekî wan wê teqawîd bibin, qismekî wan wê di nav hêzên esker û polêsan da bên bicihkirin, qismek wê tevlî burokrasiyê bên kirin. Hin ji wan ji xwe cotkarî û heywandariyê dikirin wê bidomînin. Yên bazirganiyê dikirin wê herin ser karên xwe û di vê mijarê da wê dewlet jî alîkariya wan bike
PIRS: Wê hêzeke ewlehiyê ya mixtariyetê hebe yan na?
BERSIV: Di merheleya ewil da wê hêzeke ewlehiyê ya mixtariyetê tunebe. Di peymana asayî da wê teşkîlata polêsên Başmoroyê bihata avakirin lê di qanûna ji meclisê derbas bû va ev neçû serî. Hêza polêsan di destê navendê da ma.
Lê enî vê yekê wek destpêk dihesibîne û dibêjin ku di rojên pêş da ewê hevdîtinên xwe yên bi dewletê ra bidomînin û cihên di peymanê da kêmasî lê heye ji nû va niqaş bikin û bidomînin. Di nav vê peymanê da polês heye û hin xalên li serê hêj lihevkirin pêk nehatine hene. Li gor peymanê wê hêzeke ewlehiyê ya berwext ku ji 3 hezar kesî pêk tê heye. Di merheleya derbasbûnê da jî ji bo ewlehiyê wê hêzeke ji 6 hezar kesî pêk tê bê avakirin. Ji wana wê 3 hezar ji MILFê û 3 hezar jî wê ji dewletê bin. Ev tiştên pir girîngin lewra du hêzên berê bi hev ra şer dikirin wê di bin banekî da bên bal hev û bi hev ra ewlehiyê pêk bînin. Perwerdehiya wan dest pê kiriye û niha didome. Di 21ê Rêbendanê da referandûm heye û wê li Bangsamoro û hin herêmên derdora wê wê bê kirin.
PIRS: Gelo îhtimal heye ku li wan herêman ji bo referandûmê na derkeve lewra ji hêla demokrafiyê va guherîneke heye.
BERSIV: Bi peymanê tevlî polêsan erdnigarî jî mezin û fireh dibe. Ferqa ji ARMMyê yek jî eve. ARMM erdnigariyeke ku daxwazên misilmanan bi cih bê anîn jî nîne. Di sala 2001î da li referandumeke bi darê zorê hat kirin. Di nav hefteyekê da ji bo referandumê biryar hat dayîn û ew hat sepandin. Digel referandumeke wiha ya bi darê zorê ji 6 şaredarên mezin, 2 bajar û 39 bajarokên nêzî ARMMyê raya erê derketibû. Li ser van demeke dirêj bi ARMMyê ra hevdîtin hatin kirin lê bi cih nehatin. Niha piştş Bangsamoro hat damezrandin daxilkirina vanan jî hat rojevê. Peyman li ser wê referandum li wan deran bê kirin û ew jî tevlî bin bû. Lê meclisê got ku bi tenê erê ya wan têr nake divê ji herêmên ew li serê ne jî erê derkeve ku ew bikaribin veqetin. Ev xaleke makezagonê ye. Gotin ku ji ber makezagonê tiştek wiha derxistine. Ji ber vê jî ev herêm bi tenê herêmên ku Misilman lê dijîn nînin û wê li herêmên kêm netew in jî bê kirin. Ji ber vê jî mirov dikare bibêje ku rîskeke wisa heye lê heke wiha nebûya qala rîskê nedihat kirin.
PIRS: Ev rîskeke mezin e?
BERSIV: Em dikarin bêjin ev rîskeke normal e. Em teqez nikarin bibêjin 'filan kes jî dikarin beşdar bibin.' Em nikarin bibêjin 'ew der herêma Xirîstiyanen e, ew jî nabe.' Divê kampanyayeke bihêz û baş were lidarxistin.
PIRS: Wê çaxê reşweşeke wiha heye. Kesên dibêjin erê wê bimîni, yên dibêjin na wê li aliyê din bimînin. Rast e?
BERSIV: Kesên gotin erê wê li aliyê Bangsamoroyê bimînin. Kesên goti na jî wê li Filipînê bimîn in. Divê her du alî jî bibêjin erê. Ji bo ku baş were fehmkirin ez dikarim ji Tirkiyeyê mînakekê bidim. Mesela em bibêjin hûnê li Fatîha navçeya Stenbolê referandumê bikin. Lê qanûnek derket û li gorî vê qanûnê jî divê hûn li giştiyê Stenbolê refarandumê bikin. Li navçeya Fatîhê em bêjin 'erê' derket. Wê çaxê di encamê da divê giştiyê Stenbolê jî bibêje 'erê.' Di vê tiştê da pirsgirêkeke wiha heye. Ji ber vê divê kampanyeyeke gelekî baş bê kirin.
PIRS: Ciyên ku nifûsa misilman zêde em bibêjin li wan deran 'erê' derket, lê herêmên Xirîstiyan lê zêde ne jî 'na' derket. Ev wê li ser encama giştî çawa tesîr bike?
BERSIV: Wê çaxê nikare derbasî herêma Bangsamoroyê bibe. Wê li ser encamên giştî tesîr bike. Çimkî rayên tên dayîn divê sedî 51ê wan 'erê' be. Ji ber vê divê li her du aliyan kampanya werin kirin. Bi taybetî ciyên ku Xirîstiyan lê dijîn divê ji wan re wiha bêjin 'Gava ku ev merive ji we qetiyan hûnê çi rehetiyê bibînin?' Divê bi pirsên wiha xebat bên kirin û Xirîstiyan werin îqna kirin.
PIRS: Koç jî heye wê çaxê?
BERSIV: Na, nebawerim koç çêbibe. Herêmên ku misilman dijîn jî hin pirsgirêk hene. Divê ji her du aliyên wiha bê gotin.: 'Di avakirina herêmên nû de ji bo cîrantiyeke rehet geşadenên erênî û tiştên baş wê çêbibin.' Niha ji ser vê kampnayayek tê meşandin.
PIRS: Gelo we der heqê referandumê heta niha tu anket çêkirin, yan na?
BERSIV: Hin xebat hene, lê anketeke teqez ku em bêjin encam nêzî vê ye, di dest me de tune ye. Lê em dikarin bêjin reqabet nêzî hev e.
PIRS: Em bêjin di referandumê da sedî 51ê gotin erê û encam bi vî şiqlî eşkere bû. Wê çaxê tu garantiya vê mekanîzmayê ya navneteweyî heye yan na?
BERSIV: Na. Çimkî ev di encamê da meseleyeke deshilatdariyê ye. Ji bo hukumraniya Filipiyan jî herêmeke xweserî tê avakirin. Li vê derê tu garantorî tune ye. Li vê derê bi tenê welatên navbeynkar hene. Ji wan dewletan yek jî Malezya ye. Ji hêla din komeke jî temasê heye. Ji wan welatên yek jî Tirkiye ye. Ji Tirkiyeyê 5 lijne hene. Ji wan yek jî ÎHH ye. Em wek ÎHH di nav vê lijneya çavderiyê cî digirin. Em her roj li saheyê ne û hemû herêmên digerin. Qasî 3 salan em ê li herêmê bimînin.
PIRS: Piştî ev peyman ket rewacê di jiyane welatiyekê xelkê Bangsamoroyê guherîneke çawa wê çêbibe? Feydeya peymanê çi ye?
BERSIV: Di peyman û qanûnê da hin ferq hene. Yek û yek em nikarin bibêjin li hev hatin. 17 sal mizakere hatin kirin û piştra di sala 2014an de peymanek hat îmze kirin. Daxwaz ew bû ku ev payman dîrekt bibe qanûn û bikeve rewacê. Lê ev çênebû. Li Filipînê du erk hene. Yek hikûmet e, yek jî meclis e. Piştî ev hat meclisê, ka îradeya sêyemîn wê bê çi em nizanin. Ji aliyê din Mehkemeya Qanûna Bingehîn jî heye. Ew jî rîskeke din e.
PIRS: Gelo îhtimala tahlûkeya serîlêdana Mehkemeya Qanûna Bingehîn jî heye?
BERSIV: Belê, heye. Hin kes û sazî beriya vê yan jî paşê dikarin biçin û bona betalkirinê serî lê Mehkemeya Qanûna Bingehîn bidin.
PIRS: Tu kes heye ku niha behsa vê serîlêdana dike?
BERSIV: Zêde tune ne. Çimkî birastî Duterte serokekê gelekî bihêz. Ji ber vê tu kes naxwaze dijî nêrîna wî polîtikayeke cuda bimeşîne. Zaten xalên ku dibêjin dijî qanûnan bingehîne ji cuda kirin. Prensiba tê parastin bi giştî ev e: "Ev herêma misilmanen e. Axa kal û bavên wan e. Li vê derê ji dema Îspanyolan heta dema Filipiyan gelek neheqî hatine kirin. Em van qebûl dikin. Me dijî wê xeletiyên mezin kirin. Filan sûc li vê herêmê hatin kirin. Em van jî îtiraf dikin, ji we jî lêborînê dixwazin. Careke din ku tiştekê wiha li vê herêmê çenebibe, em ê hemû tedbîran hildin."
PIRS: Butçeya ji we re hatiye cudakiri gelo li gorî nifûsa we wê têra bike?
BERSIV: Belê, butçeya me butçeyeke baş e. Li gorî peymanê baceya tê komkirinê sedî 75ê wê ji bo herêmê were bikaranîn, sed 25 jî wê ji navendê re bimîne. Lê heta 10 salan sedî sed butçe wê ji bo kêmasiyên herêmê were xerckirin.
PIRS: Li gorî vê dê li herêmê hiqûqa Îslamê bê sepandin. Gelo ev hiqûq dê bi tenê bi hiqûqa malbatê va sînordar be. Bo nimûne gelo dê hiqûqa cezayê ya Îslamê were sepandin?
BERSIV: Ev peymanek e ku wan sûcan dihewîne ku cezayên wan sivik e. Lêbelê çawa min berê jî anî ziman, ev pergal dê qedeme qedeme were sepandin. Di serî da dê hin dadgeh hebin ku dê hiqûqa malbatê û hin cezayan bisepînin. Di pêvajoya berwext da jî û di pêvajoya pey wê da jî hevdîtinên me dê dewam bikin da ku hiqûqa cezayê jî li kêleka ya malbatê cih bigire.
PIRS: Gava em bêjin Qanûna Organîk a Bangsamoro (Organic Law) (BOL) divê em çi jê fêm bikin? Tiştên ku we behs kir an jî çarçoveya mizakereyên aştiyê? Çiye BOL?
BERSIV: BOL, ew qanûn e ku beşeke hevdîtinên aştiyê di xwe da dihewîne. Hiqûqa ku dê di hundir da were sepandin nîne. Wate BOL, deqê fermî yê Bangsomoro ye ku dê nû were avakirin.
PIRS: Çima ji Qanûna Sereke ya Bangsamoroyê (Basic Law) veguhezî û bû BOL?
BERSIV: Li gorî ku ragihandin, ev yek ji ber lêferzkirina destûrê kirin. Di madeya destûrê da wiha tê gotin, "Ji bo birêvabirina xweseriya ku dê li van herêman were avakirin, erkê çêkirina qanûna organîk di destê meclisê da ye."
PIRS: We got ku li herêmê Hiqûqa Îslamê dê were sepandin. Îja dêra ku li vê derê li Fîlîpînan pir bihêz e tê bîra me. Helwesta dêrê çi ye? Çawa li pêvajoyê mêze dike?
BERSIV: Bi rastî dezgeha ku herî zêde germ e di vê mijarê da dêr e. Bi taybetî jî li Mîndanaoyê tecrubeyeke hevbeş heye. Ne bi tenê ji bo vê hiqûqê herwiha ji bo hemû peymanê raya dêrê û serekê wê erênî ye. Min rasterast jê pirs kir. Cotabato paytextê wir e. Li wê derê min ligel Serpîskoposê dêra herêmê Kardînal Orlando Beltran Quevedo hevdîtin kir. Gava min jê pirs kir, "Baweriya te çawa bi misilmanan tê? Tu çima piştgiriya peymaneke wiha dikî? Hal ew e ku hûn ê bi vê peymanê va li herêmê bibin kêmnetewe", wî jî got, "Di heyama cengê da min qet zirarek ji van nedîtiye û di aştiyê da qet nabînim."
PIRS: Ev gotin, têkoşîn û berxwedana wê derê jî rind şîrove dike.
BERSIV: Ya girîng ew e ku hûn bi kîjan hiqûqê berxwedanê didin. Gava meriv ji çarçoveya Îslamî dernekeve û li gorî Îslamê li ber xwe bide, wê demê meriv dikare dilê Xrîstyanan jî xwe bike. Ev yek derketiye holê. Bi taybetî dema meriv li cudakariyên li Iraq û Sûriyeyê mêze dike û dide ber hev, meriv dibîne ku ev helwest, helwesteke pir qenc û birêgez e. Vê civatê ev yek pêk aniye. Em behsa pêkhateyekê dikin ku li ciyekî dûr, li coxrafyayeke ku em pê beled nînin, hiqûqa Îslamê ya cengê, ya aştiyê û ya kêmneteweyan parastiye. Dîsa li ser rûyê dinyayê jî rêxistineke berxwedanê ya evçend birêgez û biexlaq nedîtî ye.
PIRS: MILF bacê nastîne, ji ber ku li wan deran dewlet tuneye?
BERSIV: Dewlet li hemû derê wir heye. Baca ku dewlet berhev dike heye. MILFê heya niha qet bac nestandiye.
PIRS: Dema ku bixwe desthelat bû?
BERSIV: Vêga jî desthelat e. Erd di kontrola MILFê da ye. Dewlet jixwe li herêmê tuneye. Qedera 50 hezarî unsurên wê yên çekdar hene. Li herêmê nêzîkî 5 milyon însan dijî. Kampên eskerî hene. Coxrafya ne herêmeke gelekî mezin e. Herêmên MILFê bi temamî hatine rizgarkirin.
PIRS: Ligel MILFê li herêmê BIFF (Bangsamoro Islamic Freedom Fighters) heye di bin lîdertiya Ameril Umbra Kato da. Koma Ebû Seyaf heye. Mîna van, komên din jî di vê pêvajoyê da hatin qanîkirin? Ev wekî mixatab hatin qebûlkirin? Gelo eekî rêxistina terorê hatin qebûlkirin? Heger hatin qanîkirin, gelo rêbazeke çawa hat şopandin?
BERSIV: Pozîsyona hemûyan cuda ye. Ebû Seyaf pêkhateyeke kevn e. Lîderê wê demekê li Efxanistanê maye. Wekî rêxistineke berxwedanê hatiye avakirin. Mîna MILFê. Lêbelê piştî mirina lîderê, bi temamî ev xusûsiyeta xwe ji dest daye. Însanan direvînin, ji wan fîdye distînin û wisa hewl didin li ser piyan bimînin, herî dawî jî xwe dan ser DEAŞê. Li dijî însanên sivîl, nexasim li dijî biyaniyan çalakiyên revandinê dikin. Sê eyaletên vê herêma xweser hene. Êdî di navbera wan û gel da tu peywendî nemaye. Êdî meriv nikare ji Ebû Seyafê ra bêje rêxistina berxwedanê. Divê meriv êdî wê dayne aliyekê. Ya duyemîn jî BIFF e. Ew rêxistin e ku bi destê Kato hatiye avakirin û Selamet Haşim jî ji fermandarên wê yên girîng e. Rêxistineke berxwedanê ye. Wan jî xwe nêzîkî DEAŞê kir. Bi taybet ji nava wan yek, fermandarekî bi navê Ebû Turayfe bi temamî tevlî DEAŞê bû. Tevlî van bûyerên Marawi bûn. Di encama têkoşîna eniyê û ya dewletê ya dijî wan da pir qels bûn û mînîmîze bûn. Wekî eskerî hêzeke wan a cidî tuneye.
PIRS: Gelo di nav van da şervanên biyanî hene?
BERSIV: Şervanên biyanî hene. Bi taybetî jî ev wekî xetereyeke mezin li pêşiya me ye. Gelekî tê mereqkirin ku endamên DEAŞê yên li Reqayê winda bibûn gelo ew ê ji ku derê ra derkevin. Di ku da çûn?
PIRS: Gelo çûn an birin?
BERSIV: Ya rastî hatin birin. Gelek şahig hene ku dibêjin hatin birin. Di ziyareta xwe ya dawîn a Suluyê da hîn bûm ku li wan deran hatine dîtin. Hewl didin ku berî DEAŞê bidin wê derê, li wê derê bigehekê ava bikin. Ev mimkûn e. Ev dera herêma berxwedanê ye. Di qerekter herêmê da berxwedan heye. Her çiqasî aştî were xeberdan jî ev wisa ye. Wê hêca pirsû ku gelo dibe ku Hikûmeta Filîpînê peymanê xirab bike. Belê dibe ku Hikûmeta Filîpînê peymanê xirab bike lêbelê aliyê Moroyê jî dibe ku xirab bike. Ji ber vê berxwedana li wê derê ew ê neqede. Di dilê kesên ku herî zêde berdêl dane da hê tiştek sar nebûyê. Ev peyaman ji ber wê zehf girîng e. Dibê teqez bînin astekê. Ji bo ku ji rê dernekeve jî peymaneke piranî pê kêfxweş dibe lazim dike.
PIRS: Te got li vê derê navçitiya mezin Malezya dike. Ma dewleta Filîpînê hinekî ecêb nîne, dewleteke ku ji berê va piştgiriyê dide hereketeke di nav sînorê xwe da wekî navçitî qebûl dike. Pêvajoyeke çito dewamkir li wê derê?
BERSIV: Dema peymanê bixwazin ji xwe defterên berê digrin. 5 sal e ez di pêvajoya navçitiyê da me tişta herî baş hîn bûm jî ev e. Rabirdûya we tune. Fatureya rabirdûyê tune. Hûn ê ji bîr nekin lê belê fatureyê jî dernexin. Malezyayê wisa kir.
PIRS: Hinekî dişibe modela Mandela.
BERSIV: Belê, ya rastî rêyeke din jî tune. Pozisyona Malezyayê ew e lêbelê li aliyê Moroyê jî 120-200 hezar kes çûne. We 200 hezar merivên xwe dane der. 2,5 milyon mixacirên we hene. Ji 4 milyon kesî we 2,5 milyon kes ji welêt şandine. We tunebûna herî mezin dîtiye. We 50 salan di daristanê da têkoşîna çekdarî daye. Lê vê jî ji bo serxwebûnê dikin. Hûn vê berdêlê ji bîr dikin û li ser peymanekê diaxivin. Dewlet jî heman tiştî dike. Dewlet nabêje "Malezyayê ev tişta kir, Endonezyayê felan tişta kir". Me pelgeke teze vekir. Em ê bi di pelga teze da dewam bikin.
PIRS: Di hemû pêvajoyê da gelo qet rola Tirkiyeyê jî çibû? Di pêşerojê da gelo roleke Tirkiyeyê hebe?
BERSIV: Dibê binê rola Tirkiyeyê xêz bikim. Di 3 astan da rola Tirkiyeyê heye. Di asta hevdîtinan da ji welatên temasê yek jî Tirkiye bû. Ev berpirsyariyeke girîng bû. Ev hat kirin. Beşdarî hin civînan bûn beşdarî hinek nebûn lêbelê di civînên li Malezyayê da navê Tirkiyeyê hebû ev jî girîng bû. Ya duduyan jî ew e ku komisyona xwe sar a ku ew ê sîlahan teslîm bikin. Ev jî ji Norweç, Bruney û Tirkiyeyê pêk tê û seroktiya komisyonê jî Tirkiye dike. Ev ji bo Moroyiyan zehf girîng e. Ew dibêjin ku "Em sîlahan teslîmî Tirkekî dikin. Emanetî Mislimanekî dikin. Yanê garantor Misliman e."Bruney jî Misliman e. Norweçê jî ji hêla teknîkî va piştgiriyeke mezin da. Gava 3yan a rola Tirkiyeyê jî ser ÎHHyê ra meşiya. Em wekî ÎHHyê heyeta şopandinê ne. Di nav heyeta ku ji 5 kesan pêk tê û hemû aliyan kontrol dike da ÎHHya saziya civaka sivîl heye. Ev tişta cara ewil e ki dibe. Saziyaka civaka sivîl a Tirkiyeyê cara ewil di qada navneteweyî da wezifeyeke wiha dike. Hecî Murad Îbrahîmiyê serokê eniyê ji xwe zêdetir ÎHH derxiste pêşiyê. Şikur ji Xwedê ra me jî berpirsyariye xwe bi cî anî. Di van 3 qadan da tevkariya Tirkiyeyê çêbû.
PIRS: Mijara "têrakirina xwe" ji bo teşkîlatê jî wisa ye an na?
BERSIV: Ji bo teşkîlatê jî ev wisa ye. Wek mînak. Malezyayê piştgirî daye. Qedafî piştgirî daye lêbelê ji va tu yek piştgiriya sereke nîne. Ev nebin jî teşkîlat dimeşe. Bi zikata gel li ser piyên xwe sekiniye. Tu carî biyanî nebûne rêvebir. Tu carê kesekê biyanî hilnedane komîteya navendî. Selamet Haşîmî destûr nedaye ku yekê biyanî li herêmê çalakbe. Bi eşkeretî wiha gotiye: "Heke dixwazin alîkariyê bidin kerem bikin, lêbelê ev dera ya me ye."
PIRS: Ji hêla xwemalîbûnê binirxînin gelo MILF şaxeke Birayên Misliman a jî Cimaeta Îslamî ye an na?
BERSIV: Tiştên ku min hêca qala wan kirin ji xwe ji bo xwemalîbûna hereketê bûn. Bingeha tevgerê civak e. Di nav wan da cudahiya netewan zêde ye û ji 13 neteweyan pêk tê. Wekî yên li aliyê me ji qebîleyekê pêk nayê. Wekî Tirk, Kurd, Gurcîbûnê, Malaytiyê wekî ban qebûl dikin. lêbelê zimanê hemûyan cuda ye. Kesekê ji Suluyê û kesekê ji Maguindanaoyê nikarin hevdu serwext bikin. Zimanê wan cuda ye. Bi zimanê Tagalogkî bi hevra têkiliyê datînin. Bi vî awayî 13 zimanên sereke hene. Zimanên fermî yên welêt jî Îngilîzî û Tagalogî ne. Selamet Haşîmî li Erebistana Siûdî lîse xwendiye, li Ezherê lîsans xwendiye.
PIRS: Em dizanin ku li Ezherê beşdarî civîneke îxwanê bûye û ji bo vî lêpirsîn hatiye kirin.
BERSIV: Seroktiya Yekîtiya Xwendekarên Başûrê Rojhilatê Asyayê û serktoya xwendekarên Yekîtiya Mislimanên Moroyê kiriye. Xêncî vê mixaciriya Pakistanê jî heye. Sigûnê Pakistanê dikin. Di wê heyamê da nikaribûye here welatê xwe. Di wê heyamê da li wê derê dimîne. Di sala 1987an da vedigere welatê xwe. Li wê derê bi gelek cimaetên Îslamî ra nasya xwe dide hev. Bi ya min li Efxanistanê pirsgirêka şervanên biyanî zehf baş dîtî ye û misade nake ku heman tişt li Bangsamoroyê biqewimin. Selamet Haşîm merivekî alim e. Dinyayê rind dizene. Ji ber vê jî tevgereke xwemalî ya li gor civaka xwe ava kiriye. Ya rastî MILF tevgereke Îslamî ye. Bangsamoro Islamic Armed Forcesa (BIAF) şaxa wê ya çekdar wekî Hemas-Lîwaya Îzettîn Qesam e. Ji bo vê jî pirtûkên xwe nivîsandiye û li ser ciwanan tesîr kiriye. Pirtûkeke wî ya bi navê "Wezife û berpirsyariyên micahidên Bangsomoroyê" heye. Têkoşîn vegerandina têkoşîna gel. Hemûyên wan tevlî vê têkoşînê bûne. Ya rastî têkoşîn xistiye tevgera gel.
PIRS: Cîhat terorîze nekiriye. Ev serkeftineke mezin e.
BERSIV: Par Lûtketa Bangsomoroyê hebû. Milyonek û 200 hezar kes beşdar bûn. Piştgiriyeke malî ya eniyê tune. Milyonek û 200 hezar kes bi îmkanên xwe ji herêmên cuda yên welêt hatin. Serjimara dewleta ku li herêmê were avakirin ew ê qasî 5 milyon kesî be. 4 milyon Misliman dijîn. Eniyê dawet kir û ev merivan bi îmkanên xwe hatin. Yanê hereketeke wisa ye ku li ser gel ev qasî tesîra wê heye.
news_share_descriptionsubscription_contact


