Sevim Hatun
21 Hezîran 2016•Rojanekirin: 21 Hezîran 2016
HELEB
Hat ragihandin ku balafirên şer ên artêşa Rûsyayê, li Heleba bajarê Sûriyeyê bi bombeyên "fosforê" êrîş li dar xistin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat hildan, jetên Ûris bi bombeyên fosforê êrîş birin ser navçeya Anadan û Hreytan û herêma Kefr Hamra, Maraat Artîk, Babîs û Yakîdê.
Hat ragihandin ku balafirên Ûris li herêma Melahê xeta eniyê jî dan ber bombeyan, herwiha li herêma Anadan, Hreytan û Kefr Hamrayê di encama êrîşan da şewat çêbû.
Çavkaniyan der barê mirî û birîndaran da tu agahî nedan.
Li Helebê ev mehek e ku balafirên Ûris bi bombeya fosfor, vakûm, xarê êrîşê dibin ser dibistan, nexweşxane, navendên parastina sivîl, sûk û bazarên li herêmên di destê muxalifan da.