21 Hezîran 2016•Rojanekirin: 21 Hezîran 2016
BRUKSEL
Li navenda Bruksela paytexta Belçîkayê ji bo herêma Rue Neueveya ku mexaza û City2 navendeka danûstandinê lê ne îxbar hat kirin ku li wê derê bombe heye.
Dozgeriya Federal a Belçîkayê jî ragihand ku serê sibehê polêsan li herêmê gumanbarekî binçav kirin. Ji ber îxbara bombeyê hemû kuçe û kolanên li herêmê hatin girtin û ekîbeke bombeîmhakirinê hat sewqkirin.
Di encama lêkolînê da li ber dîwarê navenda danûstandinê paketek hat tespîtkirin û Serokwezîrê Belçîkayê Charles Michel bernama xwe ya rojane betal kir û çû Navenda Mudaxaleya Qeyranê ya Brukselê.
Bi taybetî ev 4 roj in ku li Belçîkayê alarma terorê tên dayîn û di çarçoveya tewdîran da gelek polês û esker li derên girîng nobetê digirin û wesayîtên eskerî jî li hin deverên muhim hatin bicihkirin.
Li Brukselê di 22yê adarê da li îstasyoneke metroyê û balafirgehê êrîş hatibû kirin û 32 kes hatibûn kuştin, 270 kes jî birîndar bûbûn. DAEŞa rêxistina terorê êrîş hildabû stûyê xwe.