Elif Orhan
30 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 01 Sibat 2016
HELEB
Balafirên şer ên ûris li Ezeza girêdayî Helebê êrîş bir ser tirên arîkariya mirovahiyê, di êrîşê de 2 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî bi dest xist nêzî navçeya Ezezê balafirên şer ên ûris êrîşa hewayî bir ser konwoya ku tê de gelek tirên bi plakaya Sûriyeyê ya ku melzemeyên arîkariyê yên ku ji Tirkiyeyê şandin dibirin Helebê hebû, kir.
Piştî êrîşê gelek tir şewitîn, ji peywirdarên arîkariya mirovahiyê yên di wesayîtê de 12 kes birîndar bûn. Ji birîndarên ku rakirin Kilîsê du kes digel midaxaleyan mirin.