30 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2016
ANAKARA
Serokê Şaxa Swîsreyê ya Yekîtiya Komeleyên Kurdistanê (KOMKAR) ku navenda wê li Elmanyayê ye Abdî Çadir got: "Di hevdîtinên Cenewreyê de tunebûna PYDê nayê wê meneyê ku kurd li ser wê maseyê cih nagirin."
Çadir der heqê hevdîtinên ku bo çareseriya qeyran û şerê navxweyî ya li Sûriyeyê bi rêveberiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve li Cenewreyê tên kirin ji nûçegihanê AAyê re nirxand.
Hevdîtina ku divê di navbera rejim û muxalifan de bê kirin di rojeva Çadir de cih girt û wî got: "Di hevdîtinên li Cenewreyê de lazim e ku hemû alî bên bal hev û ji bo çareserkirinê hewl bidin. Piştî çûna Esed wê rêveberiyeke çawa hebe? Gelo wê rêveberiyeke wek berê unîter be? Rêveberiyeke federal a ku ji herêman pêk tê be? Ji niha û pê ve em bixwazin jî nexwezin jî Sûriye nabe wek ya berê. Kurd û gelên din divê bên bal hev. Li gor min çareserî bi rêveberiyeke federatîf mimkun e."
"PYD tunebe jî kurdên din li wê derê ne"
Çadir destnîşan kir ew qebûl dikin ku PYD li herêmê xurt e lê nebûna wê ya li Cenewreyê divê wisa neyê dîtin ku kurd di wan hevdîtinan de tunene û wiha pê de çû: "Ez wê fikra ku li ser maseya Sûriyeyê kurd cih nagirin qebûl nakim. Gelek partiyên kurd ên ku di nav Encûmana Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) de cih digirin bi muxalifên re tevdigerin. Di nav komên muxalif ên ku Tirkiye û gelek welatên li Rojhilata Navîn piştgiriyê didin wan de nûnerên gelê kurd jî cih digirin. Bandora PYDê ya li herêmê nayê wê meneyê ku bi tenê nûnerê gelê kurd ew bi tenê ne. ENKS jî nûnertiya yekîtiyekê dike û bi polîtîkayên objektîf tevdigere û li ser masê cih digire."
Serokê Şaxa Swîsreyê ya KOMKARê Çadir tevgera PYDê ya 'bila herkes li cem min cih bigire' rexne kir û ragihand ku ev xelet e û wiha dewam kir: "PYD li herêmê dibe ku nûnerê aliyekê be lê nûnerê hemû gelê kurdên li wê derê nîne. Em wê tevgera wan a ku nahêle kurdên din dengê xwe derxin û rê li ber wan digire rast nabînin. Divê meriv li dijî vê yekê bisekine. Em hemû dizanin ku li herêmê pêşmergeyên dixwazin di nav şer de cih bigirin hene lê PYD vê yekê qebûl nake. Lewra ew li wê derê şirîk ji xwe re qebûl nakin. Dibêje 'li vê derê yê herî xurt ez im û heke hûn dixwazin şer bikin werin di bin hîmayeya min de tevlî şer bibin.' ev yek ne raste."
Çadir hevkariya di navbera PYD û rejima Esed de rexne kir û got ku rejimê heqê tu kurdekî li Sûriyeyê neda û hevkariya ku PYDê bi wan re dike jî xeletiya polîtîkayên PYDê nîşan dide.