Nihat Kavşut
15 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2018
MADRÎD
Di hefteya 19emîn a Lîga Fitbolê ya Yekemîn a Spanyayê (La Liga) da Barcelonayê li deplasmanê Real Sociedad 4-2 têk bir.
Real Sociedad û Barcelona li Stada Anoetayê hatin pêşberî hev û Real Sociedad di deqîqeya 11an da bi gola Willian Jose 1-0 pêş ket.
Tîma Real Sociedadê di deqîqeya 34an da bi gola Juanmî ferq derxist 2an. Barcelonayê di deqîqeya 39an da bi gola Paulinho skor kir 2-1 û nîva ewil qediya.
Di nîva duyem da Barcelonayê di deqîqeya 50an da bi gola Luis Suarez rewş kir beramber. Di deqîqeya 71an da Luis Suarez cardin gol avêt û Barcelona 3-2 pêş ket.
Di deqîqeya 85an a pêşbirkê da Lionel Messî gol avêt û Barcelonayê li deplasmanê Real Sociedad 4-2 têk bir.